Li Şirnexê tîmekî taybet hate kuştin
Li Şirnexê di roja berxwedanê ya 22'emîn de tîmekî taybet hate kuştin û timekî taybet jî birîndar bû.

Li Şirnexê di roja 22'emîn de, berxwedana YPS û YPS-JIN'ê berdewam dike. Hêzên YPS’ê di roja 22. de li Taxa Bahçelievlerê li hember avahiya lojmanên midûryeta polîsan çalakiyekî rokêtan li dar xist. Têkildarî kuştî û birîndaran ti agahî nehatin bidestxistin. Piştre li serê kolana Hunerê şer derket. Şervanên YPS’ê bersivên xurt dan êrîşên çeteyên Qesrê. Li Taxa Yenî jî tîmên taybet ên ku xwestin têkevin nava taxê rastî berxwedana YPS û YPS-JIN'ê hatin. Di şer de tîmekî taybet hate kuştin û tîmekî taybet jî birîndar bû. Çeteyên Qesrê sewqî herêmê hatin kirin û gelek ambûlansên çûn cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li aliyê din tank û topên li der dora bajar hatine bicihkirin, bê navber bi topên obusê tax topbaran kirin.
Di nava rojê de li dijî Taxên Gazipaşa, Îsmetpaşa û Yenî êrîşên bi bombebaranê pêk hatin. Di saetên êvarî de êrîş li dijî Taxên Bahçelievler û Dicleyê zêde bûn.