PKK'ê şehîdên meha Nîsanê bibîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Nîsanê bibîr anî û got, "Soza me dane her şehadetê, soza bi ser xistina berxwedana wan e. Di vê rêyê de wê bi her awayî fedekarî bê kirin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên meha Nîsanê bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Kurd ê ku gihaştiye heqîqeta jiyanê, biryara ji bo jiyana azad daye û di vê oxirê de ji her alî ve şer daye pêş çavên xwe, ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya mirovahiyê her roj bi dehan şehîdan dide û bi vî rengî têkoşînê bi biryardarî didomîne. Ewladên egîd û hêja yên gelê me, ku bi berxwedana xwe re veguehrîne çavkaniya hêviyê ji bo gelên Rojhilata Navîn, bi şehadetên xwe re nîşanî her kesî dane ku di jiyana azad de çiqasî bi biryar in. Bi şehadetên rû dane û berxwedana tê meşandin re em êdî ketine nava dîroka jiyaneke azad. Bêguman ev şehadet wê weke sembolên têkoşîna berxwedanê heta serketina gelê me her di hişê mirovan de bin û ji bo bîranînên wan bi îdeala jiyana azad re wê bersiv were dayîn. Soza me dane her şehadetê, soza bi ser xistina berxwedana wan e. Di vê rêyê de wê bi her awayî fedekarî bê kirin."

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Di şexsê fermandara mezin, milîtana demê, pêşenga fedaî ya PKK, HPG û PAJK'ê heval Nûda-nazan Bayram de, ku Rêbertî ew weke 'Milyateka PKK'ê' onûre kir, hemû şehîdên meha Nîsanê bi rêzdarî bibîr tînin û destnîşan dikin, ku em ê layiqî bîranînên wan bin.

Li gorî vê yekê;

Ji şehîdên me yên partîbûyînê Husnu Ateş ê ji Mêrdîn-Dêrikê, di sala 1980'î de di şerekî de tevî hevrêyê xwe Fesîh gihîşt şehadetê. Em hevrêyên xwe, ku ji avakarên xeta berxwedanê ya PKK'ê ne, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.

Hevrê Hesinkar-M. Zulfu Yildiz ê ji Amed-Egîlê, di 7'ê Nîsana 1987'an de di şerekî li nêzî Pîranê de gihîşt şehadetê. Li ber bîranîna wî em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Hevrê Sadûn-Abdulvahap Ûlûs ê ji Şirnex-Gundikê Remo yê di sala 1987'an de tevlî bû, di 7'ê Nîsna 1990'î de tevlî hevalên pê re li Botan-Komata gihîşt şehadetê. Em van hemû hevrêyên xwe ku her yek ji wan abîdeyeke lehengiyê ne di şexsê hevalê Sadûn de bibîr tînin û destnîşan dikin, ku em ê hesabê hemû komujiyên bi serê gelê me yê Botanê hatiye û tê anîn, bipirsin.

Di 2'ê Nîsana 1991'ê de hevrê Xelat-Hatîce Kaşar a ji Çewlik-Kanîreşê ya di sala 1988'an de tevlî bû, di şerekî li nêzî gundê Dilopkê yê herêma Harûna şehîd ket. Di şexsê hevala Xelat de em hemû hevrêyên xwe yên jin ên di rêya jiyana azad de şehîd ketine bibîr tînin û sozê didin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bi ser bixînin.

Hevrê Kendal-Huseyîn Matûr ê ji Pazarcixê û di sala 1992'an de tevlî bû, Mazlûm-Fahrî Mûhammed Sîdo ê ji Efrînê û di sala 1989'an de tevlî bû, fermandarê herêmê Medenî-Omer Îbrahîm ê ji Dêrika Hemko yê di sala 1984'an de tevlî bû, di 3'ê Nîsana 1993'an de li herêma Tîlkîler a Pazarcixê tevî 10 hevalên xwe di şer de gihîştin şehadetê. Em dibêjin, bi avakirina jiyana neteweya demokratîk re em ê bibin bersiv ji bîarnîna wan re û şehadeta wan bi minetdarî bibîr tînin.

Hevrê Malîk-Adnan Îbrahîm ê ji Qamişlo û di sala 1991'ê de tevlî bû, di 15'ê Nîsana 1994'an de li çiyayên Tendurekê di şer de gihîşt şehadetê. Em ê pêvajoya şoreşê ya li Rojava destpê kir li Bakur temam bikin û bi vî rengî layiqî bîranîna hevrê Malîk bin.

Di 1'ê Nîsana 1995'an de hevrê Binevş-Behiye Dûman a ji Şirnexê û di sala 1992'an de tevlî bû, tevî 6 hevalên xwe di şerekî li Motkî de gihîşt şehadetê. Em van hevrêyên xwe yên di xeta fedaî ya Apoyî de tevlî karwanê nemiran bûn bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku di heman xeta fedaî re em ê bi ser kevin.

Hevrê Îshak-Abdulhalîm Kabaîş ê ji Amed-Hezroyê û di sala 1992'an de tevlî bû, di 6'ê Nîsana 1995'an de di şerê li Tepê Ortê yê Metîna gihîşt şehadetê. Li ber bîranîna wî em bi rêzdarî û minetdarî dilsoziya xwe dubare dikin.

Hevrê Rênas-Kadîr Aslan ê ji Nisêbînê û di sala 1992'an de tevlî bû, di 11'ê Nîsana 1995'an de di çalakiya li hemberî girê Mamreşo yê li Zagrosê de tevî du hevalan gihîşt şehadetê. Em ê bi têkoşîna berxqwedanê ya ji çiyê heta bajaran Kurdistana Xweser ava bikin û vê serketinê diyarî şehîdên xwe bikin. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.

Hevrê Bêrîvan-Sûriye Bozkûrt a ji Mûş-Korkûtê ku di sala 1992'an de tevlî bû, di Nîsana 1995'an de li hemberî operasyonên dijmin ên li Çiyayê Xaçî Reş tevî hevalên xwe bi heybetî li ber xwe dan. Dijminê ku nikarîbû berxwedana gerîla bikişîne, herî dawî çeka kîmyewî bi kar anîn û bi dehan hevalên me şehîd ketin. Yek ji van hevrêyên me Bêrîvan e û em wê bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku em ê qat bi qat zêdetir bersivê bidin dijmin ku îro jî heman hovîtiyê li Cizîr û Sûrê dike.

Hevrê Hêvîdar-Aysel Îlhan a ji Sêrt-Dihê ku di sala 1995'an de tevlî bû, di 13'ê Nîsana 1997'an de li Dêrsim-Pulurê, di şerê li Alî Bogazi de tevî 24 hevalan heta fîşeka dawî li ber xwe dan û şehîd ketin. Em hevrê Hêvîdar a vîna fedaî ya jina azad temsîl dike û hevrêyên din bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê mîrateya wan ji me re hiştine bi heman fedaîtiyê bidin jiyîn.

Hevrê Bariş-Tekîn Gungormuş ê ji Dêrsim-Zel ku di sala 1992'an de tevlî bû, di 15'ê Nîsana 1997'an de piştî çalakiya li navenda Dêrsimê tevî 7 hevalên xwe gihîşt şehadetê. Em ê bi bîranîna hevalê û hevrêyê pê re şehîd ketin dilsoz bin û aştiya bi rûmet diyarî gelên xwe bikin.

Hevrê Zelal-Nasîbe Agirman a ji Şirnex-Hezexê ku di sala 1991'ê de tevlî bû, di 14'ê Nîsana 1998'an de di şerê li Herekolê de şehîd ket. Cesaret û fedekariya hevrê Zelal a ku îro ji berxwedanên xwerêveberiyê re bûye çavkaniya îlhamê, di nava her ciwanên Kurd de bûye destan û li gelemperiya Kurdistanê belav bûye. Di xeta şehîdên me de wê serketin a gelên me be. Li ber bîranîna wê em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Hevrê Armanc-Mûhammed Ferhadî yê ji Saqizê, di 13'ê Nîsana 2005'an de di operasyona li Besta de şehîd ket. Ji bo bîranîna wî em soza mezinkirina têkoşînê dubare dikin.

Hevrê Ferhat-Abdurrahman Nalîoglû yê ji Amedê ku di sala 1992'an de tevlî bû, di şerê li geliyê Besta-Hêzilê de gihîşt şehadetê. Em hevrêyê xwe Ferhat ku endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê bû bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê di şerê bi xeta fedaî de dimeşînin bi ser kevin.

Hevrê Xelîl Dag ê di 1'ê Nîsana 2008'an de şehîd ket, endama Navenda Partiyê Sorxwîn-Ozgur Kaya û 8 hevrêyên xwe yên di 15'ê Nîsana 1985'an de li Heftanînê ji ber komployeke namerdî şehîd ketin di şexsê hevrê Xalît-Raûf Akbay de bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza dilsoziya bi bîranînên wan re didin."

Di dawiya daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Bi berxwedana xwerêveberiyê ya bi mehan e dewam dike û roj bi roj mezin dibe, di vê bihara ku em ji aliyê stratejîk û taktîkî ve dest bi wergirtina encamê dikin de, serketin ji her demê bêhtir pêkan e. Bila gelê me û dostên me pê piştrast bin, ku AKP û keriyê wê yê kujeran wê li hemberî berxwedana ciwanên Kurd û gerîlayên Kurd têk biçin. Weke tevgereke ku sonda 'ev bihar wê bibe bihara azadiya gelê me û Rêberê me' xwariye, li her cihê berxwedana me heye, bi rêbaza çalakiyan a fedaî û dijmin têk dibe, em ê rola xwe ya dîrokî bi cih bînin û serketinê misoger bikin. Em ê berxwedaneke bi ruhê Mehmet Tûnçan, Zamaniyan û Sêvêyan re li dîrokê bê neqişandin, nîşan bidin. Bi têkoşîneke layikqî gelê me, Rêberê me û şehîdên me, em ê hesabê her êşê, her dilopa xwînê û her komkujiyên li Cizîr, Sûr û Hezexê bipirsin. AKP wê piştî Kobanê têkçûna xwe ya herî mezin a duyemîn li pêşberî berxwedana xwerêveberiyan bibîne û wê di binê xirbeyên bajarên xera kiriye de bimîne.

Em şehîdên xwe yên meha Nîsanê li ser vê bingehê bibîr tînin û di serî de ciwanên Kurd bang li her kesî dikin ku hîn bêhtir li ber xwe bidin û têbikoşin. Em bang li dostên xwe jî didkin ku destekê bidin bihara Kurdan."

...