Meclîsa Rêveberiya Minbicê hate îlankirin
Di encama civîna Desteya Herêma Minbicê a ku îro hat lidarxistin de Meclîsa Minbicê hate îlankirin.
Di encama civîna Desteya Herêma Minbicê a ku îro hat lidarxistin de Meclîsa Minbicê hate îlankirin.
Di encama civîna Desteya Herêma Minbicê a ku îro hat lidarxistin de Meclîsa Minbicê hate îlankirin.
Civîna damezrandina Meclîsa Minbic û gundewarên wê, bi şîara “Em ê Minbic bikin nimûneya jiyana hevbeş û biratiya gelan” îro li navenda Çand û Hûnerê ya bajarokê Sirîn a herêma Kobanê, bi beşdariya 43 nûnerên tevahiya pêkhateyên bajarê Minbic û gundewarên wê hate lidarxistin.
Piştî gotûbêja 3 seatan a ji çapemeniyê re girtî, civîn bi avakirina Meclîsa Rêveberiya Minbic û Gundwarên wê ku ji 43 endaman pêk tê hat avakirin. Sozdar Xalid û Farûq El-Maşî jî weke hevserokên meclîsê hatin hilbijartin. Her wiha Ebîr Receb, Salih Hac Mihemed ji pêkhateya Ereb û Ebdo Mistefa jî ji pêkhateya Kurd weke cîgirên hevserokên meclîsê hatin hilbijartin.
Piştî civîn bi dawî bû, endamên meclîsê bi civîneke çapemeniyê encama civîna xwe ji raya gîştî re ragihandin.
Daxuyaniya encamnameya civînê ji aliyê hevserokê meclîsê Farûq El-Maşî ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Ji destpêka Şoreşa Sûriyeyê û Minbic ji bo avakirina Sûriyeya Demokratîk têdikoşe. Di vê oxirê de bi dehan şehîd dan. Lê belê şert û mercên şoreşê hiştin ku ev bajar û gundewarên wî di 21’ê Çileya 2014’an de bikevin destê çeteyên DAIŞ’ê de. Ji wê demê ve tevî hemû kiryarên çeteyên DAIŞ’ê ji kuştin, revandin û wêraniyê têkoşîna gelê herêmê ranewestiyaye. Hemû kiryarên DAÎŞ ên şkandina vîna gelê herêmê nikaribûn bi ser kevin. Ji ber ku gelê herêmê xwedî dîrokek kevnare û baweriya xwe bi jiyana hevbeş û biratiya gelan heye. Ji ber vê yekê gelê Minbicê piştgirî da hemû hêzên leşkerî yên ku erka rizgarkirina hemû xaka Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê girtin ser xwe.
Li ser vê bingehê, em îro Meclîsa Rêveberina Minbic û Gundewarên wê ku hemû pêkhateyên herêmê digire nav xwe îlan dikin. Vê meclîsê berpirsyariya rêvebirina kar û barên gelê herêmê û danîna sîstemek rêveberinê ji bo pêşerojê girtiye ser xwe. Meclîs ji 43 endamên ku nûnertiya hemû pêkhateyên civaka Minbic dikin, jin jî di nav de pêk tê.
Armancên avakirina meclîsê:
* Avakirina sîstemek demokratîk ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike û ji bo avakirina sîstemek nenavendî li Sûriyeyê tê dikoşe.
* Rêgeza edaleta civakî û wekheviyê di navbera her kesî de, bê cûdahiyê esas digire.
* Ji bo derxistina DAÎŞ ji herêmê û ji nû ve avakirina hişmendî û binesaziya civakî ya herêmê dixebite.
* Rola jinê li herêmê aktîf dike, da ku civakek wekhev û azad ava bibe.
* Meclîs rêgeza biratiya gelan, jiyana hevbeş û aşîtiya navxweyî qebûl dike û lê xwedî derdikeve.
* Meclîs rêgeza azadî û demokrasiyê di hundir Sûriyeya yekbûyî qebûl dike û dipejirîne.
* Meclîs armanc dike têkiliyên bi gelên cîran re xurt bike.
* Meclîs armanc dike hemû penaberên ji herêm û warên xwe derketine, vegerîne herêmê.
* Rola ciwanan di civakê de bê aktîfkirin, ji ber ku ciwan hêza dînamîka civakê ne.”
Di dawiya daxuyaniyê de, Hevserokê Meclîsê Farûq El-Maşî bang li gelê herêma Minbicê kir ku bibin yek û li dora meclîsa wan bicivin. Ev yek jî weke wezîfeyek niştimanî û exlaqî bi nav kir.