'Beroşa Kurdan jî terorîst e'
Li Hezexê, dîmenê piştî êrîşên qirkirinê yên 44 rojan derket holê, bêtehemûliya dewletê ya li Kurdan careke din raxist pêş çavan.
Li Hezexê, dîmenê piştî êrîşên qirkirinê yên 44 rojan derket holê, bêtehemûliya dewletê ya li Kurdan careke din raxist pêş çavan.
Li Hezexê, dîmenê piştî êrîşên qirkirinê yên 44 rojan derket holê, bêtehemûliya dewletê ya li Kurdan careke din raxist pêş çavan. Jina bi navê Soda Baksaç beroşa xwe ya bi guleyan bûye mîna seradê nîşan da û got, "Ji bo dewletê ev jî terorîst e."
Piştî 44 rojên dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, gelê Hezexê vegeriya navçeya xwe. Lê belê dîmenê ku lê rast hatin, ne kêmî qada şerekî giran bû. Taxên Tûrgût Ozal û Yenî, weke ku ji aliyê balafirên şer ve hatibin bombekirin.
Xisara li her du taxa bû, dişibe Cizîra 79 rojan rastî êrîşê hat. Gelê Hezexê yê li navçeyê vegeriya, li hewşa xaniyên xwe yên bûne xirbe dijîn û li ber xwe didin.
Malbata Baksaç a li taxa Tûrgût Ozal yek ji van malbatan e. Malbata Baksaç li hewşa mala xwe sifreya xwe li erdê raxistiye û xwarinê dixwe. Rojnamevanên di rê de derbas dibe jî vedixwîne. Malbata Baksaç ji aliyekî ve xwarinê dixwe, li aliyê din jî bi xemgînî li xirbeyê mala xwe dinêre. Dayik Soda Baksaç dibêje, "Ev der taxa herî bedew a Hezexê bû. Her kesî xweziya xwe bi vir danî. Şênkahî bû, cihekî gelekî bedew bû."
Piştî vê hevokê Baksaç disekine, radihêje beroşa xwe ya ji ber gulereşandinê bûye mîna seradê û pirsa "Hûn dizanin ev çi ye?" dipirse. Dayik Baksaç bi xwe bersiva pirsa xwe dide û dibêje, "Ji bo dewletê ev jî terorîst e."
Piştî Baksaç cîranê malbatê Mevlut Aydin dest bi axaftinê dike. Aydin işaret bi nivîsa 'dewlet hat' a hêzên dewletê li ser dîwaran nivîsandine kir û got, "Heta ku leşker û polîsên dewletê nehatin, li taxa me ti pirsgirêka me tinebû."
Aydin da xuyakirin, ku li taxa wan ciwanên xwerêveberiyê, bazirganî û bikaranîna narkotîkê, dizîtî û her şêwe karên nebaş tine kirine û anî ziman, ew niha bi fikar in ku bazirganên narkotîkê û dizî careke din li taxê der bibin. Aydin ragihand, beriya êrîşên qirkirinê, kesên zerarê didin gel li holê nebûn, lê niha li derdorê digerin û got, "Çi dibe bila bibe, weke gel em neqediya ne. Mîna berê em ê dîsa li hemberî tişt û kesên zerarê didin, têbikoşin."