AKP hewl dide Gever û derdora wê ji mirovan xalî bike
Li Geverê êrîşa dewletê û berxwedana gel dewam dikin. Hêzên dewletê yên hewl didin navçeyê û gundên li derdorê ji mirovan xalî bikin, zextê li sivîlan dikin.
Li Geverê êrîşa dewletê û berxwedana gel dewam dikin. Hêzên dewletê yên hewl didin navçeyê û gundên li derdorê ji mirovan xalî bikin, zextê li sivîlan dikin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, êrîşên dewleta Tirk û berxwedana YPS/YPS Jinê di roja 25. de ne.
Li navçeya ku piştî bomberdûmana giran şevek bi bêdengî derbas bû, Tabûra Efeler 2 hawan avêt taxa Cûmhûriyetê. Du xaniyên ku ev topên hawanê lê ketin, xera bûn. Tîmên JOH û POH ên dewleta Tirk bi helîkopteran xwe li girên li derdora taxên berxwedanê datînin û li ser van giran kozikan ji xwe re çêdikin. Ji van deran gule li taxan tên reşandin. Li navçeyê tevgera helîkopteran û Heronan tevahiya şevê dewam kir. Li navçeyê niha bêdengî heye.
ZEXTA JI BO VALAKIRINA GUNDAN
Hêzên şer ên AKP'ê ne tenê li navenda navçeyê her wiha li gundên derdor jî zextê li welatiyan dikin. Gundiyên Mexsûdavayê yên ji bo çêrandinê sewalên xwe derxistin derve, rastî zextên tîmên taybet hatin. Tîmên taybet ji bo gund were valakirin destûr nadin sewal bên çêrandin. Duh komek gundî neçar ma tevî sewalên xwe ji gund derkevin û biçin gundên derdorê. Gundiyan dan zanîn ku li pêşiya gundê Pirzalayê de jî tîmên taybet ên bendên lêgerînê danîne bi gotinên "biçin, derkevin ji wan deran" gef li wan xwarine.
GULE LI BEJAHIYA GUNDÊ BEFIRCANÊ HAT REŞANDIN
Her wiha li gundê Veziravayê rewşa awarte ya bi navê "qedexeya derketina derve" hefteyek li dû xwe hişt û hêzên dewletê yên gundê Befircan bi wesayîtên zirxî ve dorpêç kirin bejahiya gund demeke dirêj gulebaran kirin û piştre ji gund derketin.