Artêşa Tirk li bejahiya Gimgimê dest bi operasyona leşkerî kir

Li bejahiya Gimgimê, artêşa Tirk bi tevlîbûna bi sedan leşkerî operasyonê dimeşîne. Li gundê Badan ê li qada operasyonê ye, 2 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Mûş Gimgimê, danê vê sibehê bi tevlîbûna bi sedan leşkerî li gundên Badan, Carsan, Qula û bejahiya van gundan operasyona leşkerî hat destpêkirin. Di serdegirtina malan a li gundê badanê de keyayê gund Alî Riza Şahîn û Endamê Meclîsa Giştî ya Bajarê Mûşê Metîn Aydogdû yê DBP'yî ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Nehat zanîn bê ev her du kesên hatine binçavkirin bi ku ve birine.

Rêyên gundên operasyon lê heye, ji aliyê leşkeran e hatine girtin. Leşker li girên stratejîk ên li gund bi cih bûne. Ji navenda navçeyê jî teqwiye li qada operasyonê tê kirin. Heta niha şer neqewimiye.