YPG: 15 çete hatin kuştin

YPG'ê diyar kir, di şerê 24 saetên dawî yê li Şêxmeqsûdê de 15 çete hatine kuştin, doçkayek 12,5 a çeteyan hatiye îmhakirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, di şerê 24 saetên dawî yê li Şêxmeqsûdê de 15 çete hatine kuştin, doçkayek 12,5 a çeteyan hatiye îmhakirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîşên hevbeş ên komên çeteyan Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên komên çeteyan di roj û şeva 6’ê Nîsanê de ji Seken Şebab, Seken Şikeyf, Muselles û rêya Kastello bênavber berdewam kirine û ev agahî hatin dayîn:  "Di encama êrîşên çeteyan ên bi topên hawan û cehenemê ku sivîl hedef digirtin de 4 welatiyên me yên sivîl gihîştin şehadetê. Bi vî awayî di encama êrîşên çeteyan ên ku 5’ê Nîsanê destpêkiribûn û heta niha bi giştî 19 hemwelatiyên me yên sivîl gihîştin şehadetê."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê jî bersivên tund daye êrîşên çeteyan ên ji hemû cepheyan ve dihat lidarxistin û wiha hat domandin: "Êrîş hatin şikandin. Di şerên 24 saetên dawî de qasî hatiye zelalkirin 15 çete hatine kuştin û doçkayek 12,5 mm ya çeteyan jî hat ruxandin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku şervanekî YPG’ê ku ji bo şikandina êrîşên çeteyan bi wêrekî û fedekariyek mezin têdikoşiya, di şerên derketin de gihîşt şehadetê.