Li Munîch û Frankfûrtê çalakiyê edeletê

Li Munîch û Frankfûrtê ji bo jinên şoreşger ên Kurd çalakiyê edeletê hate lidarxistin.

Li bajarên Munîch û Frankfûrtê yên Elmanyayê, çalakiyên ji bo jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiya edeletê berdewam dikin. 

Li Munîchê di peşengiya Komuna Jinên Kurd a Sara, Meclîsa Jinên Kurd a Munîchê, Ciwanên Azad û YXK’ê de li peşiya Sefaretxaneya Fransayê çalakî hat lidarxistin.

Girseya ku li peşiya sefaretxaneyê kom bû, daxwaza eşkerekirina faîlên qetlîamê li hikûmeta Fransayê kirin û ev gotin: “Heta failê qetlîamê eşkere nebin, em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

FRANKFÛRT

Li navçeya Hanau ya Frankfurtê bi beşdarbûna jinên navçeyên Offenbachê ve li peşiya sefaretxaneya Fransayê ya li Bokunîme Warteyê çalakiya edeletê hate lidarxistin. 

Di çalakiyê de danezana ku Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd bi zimanê Elmanî amade kiribûn hate xwendin. Di berdewama çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Amarayê Melîha Akbaba axivî û wiha got: “Heta kiryarên qetlîama Fransayê neyên eşkerekirin, em ê destên xwe ji pêsîra hikûmeta Fransayê nekişînin û wê çalakiyên me berdewam bikin.”

...