BI DÎMEN

Li Nisêbînê 'fermandarên operasyonê' yên dewletê hatin kuştin

Derket holê, ji tîmên taybet ên îro li navçeya Mêrdîn Nisêbînê hatin kuştin, 2 jê 'amîrên emniyetê', yek serdar (bînbaşi), yek jî tîmê taybet e.

Derket holê, ji tîmên taybet ên îro li navçeya Mêrdîn Nisêbînê hatin kuştin, 2 jê 'amîrên emniyetê', yek serdar (bînbaşi), yek jî tîmê taybet e.

Di çalakiya li taxa Dîcle ya Nisêbînê de ji hêzên dewleta Tirk, serdar (bînbaşi) ê bi navê Ahmet Karaman, du amîrên tîmên taybet ên bi navê Zafer Kûrt û Dogan Sakarya hatin kuştin. Hat ragihandin yek ji van amîrên tîmên taybet, Midûrê Şaxê Tevgera Taybet a Çewlikê ye.

Li gorî agahiyên, yên hatine kuştin koma ku hêzên dewletê yên li Nisêbînê bi rê ve dibin e û gelek tîmên taybet ên li derdora wa jî hatine kuştin.

Danê sibehê jî tîmekî taybet hatibû kuştin.