KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPS: Berxwedana me ya pîroz dewam dike
YPS: Li bajarên Kurdistanê ku ruhê berxwedanê yê Apoyî roj bi roj lê mezin dibe, li dijî armancên mêtîngerî, tinekirin û dagirkirinê yên çeteyên qesrê, berxwedana pîroz dewam dike. -
Li Şirnexê çalakiyên sûîqestê: 2 leşker hatin kuştin
Li Şirnexê, di encama çalakiyên sûîqestê yên li hemberî girê Tûgaya Şirnexê de 2 leşker hatin kuştin. -
Ji bo şikandina tecrîdê em têkoşînê mezin bikin
Kurdên li Seyîdsadiqê dijîn diyar kirin, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal were rakirin û ji bo şikandina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê li gelê Kurd kirin. -
YPG: Li Helebê 52 çete hatin kuştin
Êrîşên komên çete yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dikin. YPG'ê diyar kir, di şerê li vê derê de 52 çete hatine kuştin. -
Konferansa YCR a Kobanê bi dawî bû
Yekemîn Konferansa Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ya Kantona Kobanê hate lidarxistin û bi biryarên girîng bi dawî bû. -
DAIŞ: Çek, cebilxane û şervan hînê ji Tirkiyeyê tên
Ji çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê YPG'ê ve esîr hatine girtin Abdûrrahîm Xalit Îbrahîm got, "Niha jî di ser Tirkiyeyê re ji Cerablûs û Til Raî çek, cebilxane, xwarin û şervan tên. Lê ne mîna berê. Ji ber ku navber ket nava sînor." -
Yuksek: Berxwedan wê dewam bike; Divê Tirkiye jî rabe ser piyan
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek bicihkirina qeyûman li Şaredariyan weke 'darbeya' AKP'ê pênase kir û diyar kir, gel bi biryar e li dijî êrîşan li ber xwe bide. -
Li Kerkûkê di navbera DAIŞ û Heşd el Şebî de şerekî dijwar diqewime
Li Kerkûkê, di navbera DAIŞ û hêzên milîs ên Şîa Heşd el Şebî de, ji danê sibehê ve şerekî dijwar diqewime. -
'Divê ne dewlet, gel bi xwe Sûrê ava bike'
Gerîlayan bang li gelê Amedê kirin ji bo xwedî li Sûrê derkeve. -
Berxwedana li Geverê di roja 28. de ye
Berxwedana li Geverê ya bi pêşengiya YPS û YPS Jinê tê meşandin di roja 28. de ye. -
Anli: Şaredarî ji ber ku li cem gel cih digirin, hedef tên girtin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli got, "Şaredariyên me ji ber ku li Şengal, Kobanê, Rojava, Cizîr, Sûr, Farqîn, Nisêbîn û her deveran di rojên herî zehmet de li cem gel cih girtin, niha hedef tên girtin." -
Dengê çekan ji Silopiyayê tê
Li Silopiyayê "qedexeya derketina derve" di roja 5. de ye. Ji taxan dengê çekan tê. -
Li Şirnexê şerekî dijwar qewimî
Roja 26. a "qedexeya" li Şirnexê jî bi bomberdûmanê destpê kir. Hat ragihandin, di şerê duh êvarê de li taxa Yenî polîsekî tîmê taybet hatiye kuştin. -
Heyva Sor a Kurd ji bo taxa Şêxmeqsûd banga lezgîn kir
Heyva Sor a Kurd diyar kir, di êrîşên komên çete yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd de het aniha zêdeyî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 650 jî birîndar bûn. Heyva Sor banga lezgîn li raya giştî ya navneteweyî kir. -
Çeteyên Qesrê hawan û obus avêtin Nisêbînê
Li Nisêbînê ku berxwedan di roja 27. de ye, çeteyên Qesrê bi hawan û obusan heta danê sibehê li taxên berxwedanê dan. -
Fermandara YPJ'ê Abdullah li Danîmarkayê tevlî civîna gel bû
Heyetek payebilind a ji Rojava, piştî hevdîtinên li Kopenhagenê li salona Başak Saray a li Sydhavnê tevlî civîna gel bû. -
'Kampa li Mereşê parçeyekî biçûk ê plana mezin e'
Serokê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê Îsrafîl Erbîl diyar kir, bi hewldana li Mereşê re tê xwestin, welat ji hemû bawerî û nêrînên cuda bê paqijkirin. -
'Bajarên Kurdan wê ji nava xweliyên xwe ji nû ve ava bibin'
Endamê Kordînasyona Ji nû ve Avakirina Kobanê Çoman Kenanî diyar kir, Kobanê wê ji nava xweliyên xwe ji nû ve ava bibe. -
'Bihuşta kulîlkan' Dêrsim bi biharê re xemilî
Li Dêrsimê piştî demsala zivistanê, bi helîna berfê re kulîlk vebûn. Li erdnîgariya Dêrsimê, ku bi xeteirya bendavê re rû bi rû ye, 54 celebên kulîlkên endemîk hene. -
Elewiyên li Terolar: Ji bo me ji vir derxînin kamp tê çêkirin
Elewiyan nerazîbûn nîşanî çêkirina kampa AFAD'ê ya li herêma Terolar a li Mereşê dan û dan xuyakirin, ku bi hebûna Selefiyan re hewl tê dayîn wan ji cih û warên xwe derxînin. -
67 saliya Ocalan li Seyîdsadiqê hat pîrozkirin
Bi wesîleya 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarokê Subhan Axa ya navçeya Silêmaniye Seyîdsadiqê bi pêşengiya RJAK'ê pîrozbahiyek hat lidarxistin. -
Avesta: Em xwedî li hebûn û azadiya xwe derkevin
Avesta bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got, "Em xwedî li hebûn û azadiya xwe derkevin. Ez bang li keç û xortên Kurd dikim, ku tevlî nava refên azadiyê bbin. Em sala 2016'an bikin sala azadiya Rêber Apo." -
Bersûcê qetlîamên Parîs û Brukselê hate girtin
Bersûcê bi navê Mohammed Abrînî yê ku tê gotin di êrîşa DAÎŞ'ê ya li Parîs û Brukselê de cihê xwe girtîbû hate girtin. -
Li Hezexê dengê çekan bilind bû
Beriya qedexeya derketina kolanan a li navçeya Hezexê bikeve meriyetê ji navçeyê denga çekan bilind bû. -
Seyda Cegerxwîn hate oxirkirin
Ciwanê bi navê Seyda Cegerxwîn Ozbek ê navê xwe ji wêjevan Cegerxwîn girtiye û li Sûrê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatibû înfazkirin, hate oxirkirin.