YPG: Li Helebê 52 çete hatin kuştin

Êrîşên komên çete yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dikin. YPG'ê diyar kir, di şerê li vê derê de 52 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên hevpar ên çeteyên bi navê Lîwaa Sûltan Mûrad, Ehrar el Şam, Firka 16., Lîwaa el Fetîh, Civata Feteqim Kema Emert, Alaya 13. Firqa el Şamiye û Tabûra Nûreddîn Zenqî ên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dikin.

Di daxuyaniya YPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Êrîşên komên çete di 7 û 8'ê Nîsanê de jî dewam kirin. Çeteyan bi hawan, topên dojehê, fuzeyên grad û yên bi destan hatine çêkirin bênavber êrîşî qadên sivîlan kirine. Ji ber van êrîşan 5 welatiyên me yên sivîl gihîştine şehadetê, 16 welatiyên me jî birîndar bûne.

Di şerê du rojên dawî de hêzên me derbên giran li çeteyan xistine. Di şerê li herêmê de hêzên me tankek, 1 doçka 23,5 mm'yî, 2 doçkayên 14,5 mm'yî, 20 maşînên leşkerî û depoyeke cebilxaneyê ya çeteyan îmha kirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin, di encama vî şerî de 52 çete hatine kuştin, gelek çete jî birîndar bûne.

Hevrêyekî me yê li hemberî êrîşên çeteyan bi fedekariyeke mezin şer kir û di roja destpêkê ya êrîşan de birîndar bû, tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û gihîştin şehadetê.

Çeteyên ji ber berxwedana bi heybet a hêzên me derbên giran xwarin û gelek kuştiyên wan çêbûn, di êvara 8'ê Nîsanê de qels bûn."

YPG'ê da zanîn, êvara 8'ê Nîsanê saet di saet di 21:00 de çeteyên DAIŞ'ê ji kozikên xwe yên li Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîşî bajarokê Şêxler a li başûrrojavayê Kobanê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 8'ê Nîsanê çeteyên DAIŞ'ê bi topên hawanê û çekên giran êrîşî gundê Mekmen ê ser bi bajarokê Şedadê û gundê Bawerdê yê di navbera bajarokê Şedadê û sînorê Iraqê de cih digire, kirin."