Konferansa YCR a Kobanê bi dawî bû

Yekemîn Konferansa Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ya Kantona Kobanê hate lidarxistin û bi biryarên girîng bi dawî bû.

Yekemîn Konferansa Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ya Kantona Kobanê hate lidarxistin û bi biryarên girîng bi dawî bû.

Bi dirûşmeya "Em bi ruhê berxwedana ciwanên bakur sîstema federal ava bikin û Rêber APO rizgar bikin" Konferansa YCR'ê saat di 09:00 de destpê kir. 350 delegeyên ji gundewar û bajarê Kobanê û şandeyek ji Ciwanên Kantona Cizîrê û Ciwanên Ereb ên bajarê Girê Spî tevlî konferansê bûn.

Nûnerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parstina Jinê (YPJ), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM), Kongra Star, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê, Partî û Rêxistinên Siyasî beşdarî Konferansê bûn.

Bi hilbijartina dîwana Konferansê û deqeyeke rêzgirtinê re konferanê destpê kir. Pişt re peyamên YPG'ê, YPJ'ê, Kongra Star, TEV DEM'ê, Rêveberiya Xweser hatin xwendin.

Di hemû peyaman de xebata ciwanan hatin silavkirin û ji Konferansa YCR'ê re serketin hate xwestin.

Piştî bidawîbûna peyaman, raporên xebata YCR'ê ya salekê hate xwendin û nirxandina kar û xebata siyasî û rêxistinî ya salekê hate kirin.

Piştî xwendina raporan, ji bo xebata YCR'ê pêşniyar hatin kirin û bi nîqaşan re pêşniyar û biryarên girîng hatin girtin.

Berî ku bi dawî bibe Rêveberî û Meclîsa YCR'ê ya Kantona Kobanê hatin hilbijartin.

Konferans ji danê sibehê heta êvarê bi nîqaşên girîng dewam kir û bi pêşkêşkirina sînevîzyona li ser xebata ciwanan bi dawî bû.

...