Avesta: Em xwedî li hebûn û azadiya xwe derkevin

Avesta bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got, "Em xwedî li hebûn û azadiya xwe derkevin. Ez bang li keç û xortên Kurd dikim, ku tevlî nava refên azadiyê bbin. Em sala 2016'an bikin sala azadiya Rêber Apo."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got, "Em xwedî li hebûn û azadiya xwe derkevin. Ez bang li keç û xortên Kurd dikim, ku tevlî nava refên azadiyê bbin. Em sala 2016'an bikin sala azadiya Rêber Apo."

Avesta di destpêka axaftina xwe de bibîr xist, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nayê kirin û got, "Valahiya ji ber vê rewşê derket holê, di sala bihurî de ji aliyê her kesî ve hat dîtin. Lewma tevlîbûneke xurt li çalakiyên 5'ê Nîsanê hatin kirin. Rista Rêber Apo di çareserkirina pirsgirêka Kurd û qeyranên li cîhanê de sereke ye. Tevgera Azadiyê di sala 2013’an de li ser bangawaziya Rêber Apo hêza xwe ya gerîla ji Bakurê Kurdistanê kişand. Tevî hemû  xeteriyan jî Rêber APO di vê xalê de kete dewrê û rista xwe lîst.  Di vê salê de jî faşîzma dewletê pir dijwar bû û berxwedaneke bêhempa derket pêş. Ev diyar dike ku bê Rêber Apo çareserî çênabe. Êrîşa destpêkê jî li hemberî Îmarliyê hat kirin. Ev pêvajo bi qutkirina hevdîtinên 5'ê Nîsana 2015'an  destpê kir. Eger dixwazin pêvajo bi pêş de biçe, divê azadiya Rêber Apo misoger bibe."

'BERXWEDANA BAKUR XELEKA BERXWEDANA ÎMRALIYÊ YE'

Avesta bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên AKP'ê ku dibêjin 'Bila PKK li sala 2013'an vegere' û ev tespît kir: "Dewleta Tirk di van êrîşan de tengav dibe. Lewma qala çareseriyê dike. Ev neçariya dewleta Tirk dide diyarkirin. Dîsa Kurdên dûvikê AKP'ê jî dibêjin bila PKK vegere 2013'an. Ev berxwedana li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, xelekek ji berxwedana Îmraliyê ye. Wê berxwedana Îmraliyê û ya gel gelê Kurd  çareseriyê bîne."

Avesta bal kişand ser nîqaşên plana AKP'ê ya derxistina mirovan ji welatîbûnê û wiha dewam kir: "Ev nîşaneya dewleta Tirk a dîktatoriyê ya herî dawî ye. Ji Hîtler, Mûsolînî jî xirabtir in ev polîtîka. Rêya çareseriya hemû qeyranên heyeı, perspektîf û paradîgmaya Rêber Apo ye. Erdogan dibêje yê ku ne Tirk in, mafê wan nîne ku li Tirkiyê bijîn. Ev nîşan dide ku ti girêdana wî bi civakê re nema ye. Tişta ku wî tetmîn dike, tekbûna her tiştî ye. Erdogan êdî nikare bi vê polîtîkayê kesekî bimeşîne. Ji ber ku Mezopotamya dergûşa mirovahiyê ye û bi tekbûneke ti kar nayê meşandin. Ev çanda pir rengî ye û dewlemendiyek tê de heye. Înkarkirina vê çand û vî gelî, înkarkirina mirovahiyê ye. AKP jî bi feraseta Bahçelî tê meşandin. MHP ne li desthilatdariyê ye, lê feraseta wê li desthilatdariyê ye. Bahçelî çi dibêje Erdogan pêk tîne." 

'BERXWEDANA DOMDAR FAŞÎSTAN DITIRSÎNE'

Avesta anî ziman ku berxwedana li Bakurê Kurdistanê di kesayeta YPS û YPS-Jinê de domdar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî hemû êrîşan em berxwedana YPS û YPS-Jin ya li Cizîr Sûr û Nisêbînî, lehengiya gelê Kurd silav dikin. Ev berxwedan Erdogan tengav dike. Em dikarin bêjin ê li bin ketiye Erdoagn bi xwe ye. Ev qîrîn û feryadên dawî yên wî ne. Ya girîng divê gel û derdorên demokrat û dostên gelê Kurd nekevin nava rojeva Erdogan, di rojeva xwe de bin û rojeva desthilatdaran baş şîrove bikin."

'SILOPIYAYÊ XWE JI XWELIYA XWE AVA KIR'

Avesta destnîşan kir ku berxwedana Bakurê Kurdistanê bû mînak û destanên lehengiya  gelê Kurd û got, "Mehmet Tûnç, Pakîze û Sêvê helwestên rast girtin û bûn mînaka berxwedan û hêviya pêşeroja gelê Kurd. Van hevalan gotin 'em ê xwe ji xweliya xwe ji nû ve ava bikin'. Artêşa Tirk bi milyon û nîv artêşa xwe digot, me Silopiya bi dest xist, ev ne serketineke mezin e. Nîşan da ku çiqas li hemberî vîna azad bê çare ne. Ew gel li hebûn, nasname û azadiya xwe xwedî derdikeve û têdikoşe. Ez pêngava Silopiyayê carek din silav dikim. Berxwedêrên li wê derê bûn xwediyê rûmeta şehîdan. Heta ku yek ji wan hebe, wê ev berxwedan bi rûmeta şehîdan, careke din berxwedan li Silopiyayê bimeşe û wê bibe xeleka esasî ya ji bo hemû gelên Kurdistanê."

RIZGARKIRINA JINÊN ŞENGALÎ

Avesta li ser operasyon û rizgarkirina jinên Şengalê yên nêzî du sal in di destê DAIŞ'ê de ne ev nirxandin kir: "Di Tebaxa 2014'an de gelê Şengalê bi hovîtiyeke pir mezin re  rû bi rû hat hiştin. Bi berxwedanê re DAIŞ qels kir û jinên Şengalî jî tên rizgarkirin. Li Şengelê jiyaneke civakî, pergala parastin û aboriyê tê bi rêxistinkirin. Berî 3'ê Tebaxê jiyaneke cuda hebû, lê niha ev jiyan hîn zêdetir bi ewle ye. Berî gelê wir li ser axa xwe bûn, lê ti ewlekariya xwe nebûn. Lê niha rewş hatiye guhertin. Di 3'ê ê Tebaxê de heysiyet, rûmet û çanda wan têk çû. Niha carek din dîsa ev çand tê bi dest xistin. Berê jinên ku ji destên DAIŞ'ê dihatin derxistin dibirin Ewropa û dixwestin derman bikin. Ev jî tê wateya qirkirina spî. Ji ber ku qirkirina sor bi destê DAIŞ'ê tê kirin. Ya spî jî bi şandina Ewropa tê plankirin. Yên tên rizgarkirin carek din dikarin li Şengalê li ser axa xwe û bi çanda xwe bijîn. Hêzên navneteweyî jî ger ku dixwazin carek din vê civakê bizivire ser axa xwe divê pereyan nedin dewleta Tirk, bide vê gelê li Şengalê dijîn."

'DAIŞ BI VÎNA XURT TÊK ÇÛ'

Avesta bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Kurdan DAIŞ bi teknîkê tine nekirin, bir vîna xwe ew tinekirin. Hinek dibêjin, em ê bi tankan û topan DAIŞ tine bikin, lê ev ne rast e. Hêza ku li hemberî DAIŞ'ê xwe ispat kir, hêza HPG û YJA STAR û hêzên bexwedana Şengalê ne. Hêzên Kurd ên din jî bi vê berxwedanê hêz girtin. Em dikarin bêjin pêngava Mûsil, Reqa û hemû Rojhilata Navîn jî bi hêza berxwedanê tê misogerkirin. Ji bo ku hêza Ewropa jî xwe di nava aramiyekê de bibînin, divê DAIŞ bi temamî bê tinekirin. Divê li Mexmûr, Mûsil, Kerkûk û cihên ku DAIŞ lê hene, fermandariya giştî bê çêkirin. Divê gelê me li xwe xwedî derkeve û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bike. Tecrîda ku 17 sal in tê meşandin ji bo bi dawî bibe em li hebûn û azadiya xwe xwedî derkevin. Ez bangewaziya keç û xortan dikim tevî nava refê azadiyê bibin. Em sala 2016'an bikin sala azadiya Rêber Apo."