Anli: Şaredarî ji ber ku li cem gel cih digirin, hedef tên girtin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli got, "Şaredariyên me ji ber ku li Şengal, Kobanê, Rojava, Cizîr, Sûr, Farqîn, Nisêbîn û her deveran di rojên herî zehmet de li cem gel cih girtin, niha hedef tên girtin."
ELÎF DOGAN / MELEK YUKSEL
AMED
şemî, 9 avrêlê 2016, 10:02
Nerazîbûnên li hemberî operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta AKP'ê li dijî Şaredariyên DBP'yî dimeşîne, zêde dibin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli mijar ji ANF'ê re nirxand.
Anli diyar kir, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Tirkiyeyê pêvajoyeke ji desthilatdariya yek şexsî ya totalîter a antî demokratîk ketiye rojevê û got, "Li hemberî Kurdan, bajar, rêxistin û siyasetmedarên Kurd, li dijî hemû mûxalîfan êrîşeke giran tê kirin. Heta roja îro bi dehan hevalên me hatin girtin. Lê ev jî têra wan nekir. Niha dixwazin Şaredariyên di destê nûnerên siyaseta Kurd de ne, ji destê wan derxînin û bikin mekanîzmayeke dewletê."
'LI DIJÎ ŞAREDARIYÊN DBP'YÎ DARBE TÊ KIRIN'
Anli, qeyûm vegot û got, "Ev yek di serdemadarbeya leşkerî, di dema rewşa awarte de hatiye afirandin. Bi vê yekê re fermandarê leşkerî wezîfeyên şaredarî û walîtiyê di şexsê yek kesî de kom kir." Hevşaredar Anli destnîşan kir, ku ya li hemberî Şaredariyên wan tê kirin, pêkanîneke serdema darbeyê, pêkanîna rewşa awarte ye."
'HÛN NIKARIN LI GORÎ DILÊ XWE MIROVAN BAVÊJIN'
Firat Anli ragihand, ev formula dewletê hilberandiye, wê di dawiya dawî de lê vegere û li dij dewletê bi xwe bê bikaranîn. Anli got, "Yên ku vê rêbaza hiqûqê, qanûnan nas nake bi kar tînin, wê roj bê heman rêbaz li hemberî wan jî bê bikaranîn. Yên vê dikin divê dersê ji dîrokê derxînin. Çawa ku ji pêkanînên berê kişandin, wê îro jî heman rewş bi serê wan de bê. Mesajeke me ya din jî ev e; ev der ne hikûmet e. Ev der ne Serokwezaretî nîne. Hûn nikarin li gorî dilê xwe mirovan bavêjin. Hûn dikarin welêt bi qeyûmekî bi rê ve bibin, lê belê hûn nikarin Şaredariyên me, bajarên me, jiyana me bi qeyûm re bi rê ve bibin. Ev xeyalekî pûç e. Ez ne bawerim ev pêk were û ne bawerim ku gel destûrê bide vê. Em bi Şaredariyan re derneketin holê û bi Şaredariyan re jî em ê tine nebin. Şaredariyên me ji ber ku li Şengal, Kobanê, Rojava, Cizîr, Sûr, Farqîn, Nisêbîn û her deveran di rojên herî zehmet de li cem gel cih girtin, niha hedef tên girtin. Sedema bingehîn a hedefgirtina şaredariyan ev e. Lê belê wê ji vê têkoşînê qut nebin. Ne cihekî bi qanûn û hiqûqê re hatiye bisînokirin e. Hûn nikarin jiyanê bi qanûnan, bi qeyûman bi sînor bikin."
'EV NE CEMAWERÎKIRIN E, DEWLETKIRIN E'
Hevşaredar Anli diyar kir, wan gelek caran daxwaza randevûyê li hikûmetê kirine, lê bersiv ji wan re nehatiye dayîn û got, "Serokwezîr û Wezîrê dema hatin Amedê bi rêveberiyên herêmî û dînamîkên vî bajarî re têkilî dananîn. Hema axivî û yekser çûn. Em ji vê re nabêjin cemawerîkirin. Em dibêjin; dewletkirin. Sûra Amedê dikin Enqere. Ev yek ji aliyê teknîkî, siyasî, hiqûqî û dîrokî ve nepêkan e. Bi qereqol, kuleyên kontrolê, bend, qedexeya derketina derve hemû ji bo guhertina demografiya Sûrê ye."
Anli da zanîn, xebatên wan ên li hemberî vê rewşê dewam dikin û ew ê di demeke nêz de jî dest bi karên xwe yên derve li ser vê mijarê bikin. Anli got, "Me bi nûnerên gelek welatên Yekîtiya Ewropayê û Sefaretxaneyên Bilind re hevdîtin kirin û dosya pêşkêş kirin. Me serî li UNESCO dan. Ji nava xirbeyên ji aliyê hêzên dewletê ve tên rakirin, cenazeyên mirovan derdikevin holê. Ev sûcê şer e. Ev rewşeke ji rêzê nîne."
Anli destnîşan kir, ku ew ê li dijî projeya Enqerekirinê ya antî demokratîk bi biryardarî li ber xwe bidin.