YPS: Berxwedana me ya pîroz dewam dike
YPS: Li bajarên Kurdistanê ku ruhê berxwedanê yê Apoyî roj bi roj lê mezin dibe, li dijî armancên mêtîngerî, tinekirin û dagirkirinê yên çeteyên qesrê, berxwedana pîroz dewam dike.
YPS: Li bajarên Kurdistanê ku ruhê berxwedanê yê Apoyî roj bi roj lê mezin dibe, li dijî armancên mêtîngerî, tinekirin û dagirkirinê yên çeteyên qesrê, berxwedana pîroz dewam dike.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, li bajarên Kurdistanê ku ruhê berxwedanê yê Apoyî roj bi roj lê mezin dibe, li dijî armancên mêtîngerî, tinekirin û dagirkirinê yên çeteyên qesrê, berxwedana pîroz dewam dike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser şopa şehîdên me, em ê li dijî çeteyên qesrê yên faşîst bi ruhê têkoşînê berxwedana xwe bidomînin û vî agirê berxwedanê her geş bikin."
Li ser encamên şer û çalakiyên dawî ev agahî hatin dayîn:
ŞIRNEX
"Roja 8'ê Nîsanê, polîsan gaza îsotê avêtin nava taxa Cûmhûriyetê di çalakiya li hemberî van polîsan de endamekî POH hat kuştin. Şerê li taxên Dîcle û Cûmhûriyetê hînê dewam dike. Agahiyên li ser nasnameya endamekî me yê YPS'ê yê li vir şehîd ket, wê piştre bê eşkerekirin.
SILOPIYA
5'ê Nîsanê li hemberî hêzên dewletê yên bi maşînên zirxî dest bi operasyonê kirin, çalakiyek hat lidarxistin û di encamê de maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra û maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep hatin îmhakirin. Ji 6'ê Nîsanê û vir ve li taxên navendî yên navçeyê şer dewam dike. Nasnameyên 3 endamên me yên YPS'ê yên di 4-5'ê Nîsanê de şehîd ketin bi vî rengî ne:
Nasnav: Rustem Osyan / Nav paşnav: Bahattîn Gulen / Navên dayik û bav: Sarya-Ahmet / Dem û cihê ji dayikbûnê: 1993 - Osyan
Nasnav: Seyîthan Pîran / Nav paşnav: Alî Alturk / Navênd ayik û bav: Derya-Zade / Dem û cihê ji dayikbûnê: 1986 - Qilaban
Nasnav: Şoreşger Gap / Nav paşnav: Velîd Înan / Navên dayik û bav: Emîne-Îsmaîl / Dem û cihê ji dayikbûnê: 1996 - Wêranşar
GEVER
Bomberdûmana li hemberî taxên di bin kontrola YPS'ê de ne dewam dike."