BI DÎMEN

Yuksek: Berxwedan wê dewam bike; Divê Tirkiye jî rabe ser piyan

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek bicihkirina qeyûman li Şaredariyan weke 'darbeya' AKP'ê pênase kir û diyar kir, gel bi biryar e li dijî êrîşan li ber xwe bide.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek bicihkirina qeyûman li Şaredariyan weke 'darbeya' AKP'ê pênase kir û diyar kir, gel bi biryar e li dijî êrîşan li ber xwe bide.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, pêkanînên qirkirinê yên AKP'ê ji ANF'ê re nirxand.

Yuksek bal kişand ser êrîş û zextên dawî yên li hemberî şaredariyên wan û got, "Mixabin ev êrîş bi tenê li hemberî Şaredariyên me nînin. Temamiya welêt bi polîtîkayeke zextê re rû bi rû ye. Wateya vê yekê darbe bi xwe ye. Zexteke giran li hemû welatiyan tê kirin. Li hemberî gelê Kurd polîtîkayeke giran a şîdetê tê meşandin. Em van hemûyan bi hev re dinirxînin û weke polîtîkayekê dibînin. Zext û gefên li Şaredariyên me, bi tenê parçeyek ji vê polîtîkayê ye."

yuksek bibîr xist, ku bi pêşnûme qanûneke AKP ji Meclîsê derxîne re dixwaze qeymûna li şaredariyên pêwîstiyê pê bibînin wezîfedar bike û got, "Baş e ev qanûn li hemberî kê tê derxistin, qeyûm wê li ku wezîfedar bikin? Bêguman li hemberî Şaredariyên DBP'yî yên li hemberî xwe asteng dibîne, çêdikin. Baş e ez vê dipirsim; eger hiqûqek hebe, divê ev yek ji bo her derê bê bikaranîn? Çima qanûnek bi tenê li hemberî şaredariyên me tê amadekirin? Em ê vê pêkanînê bi ti awayî qebûl nekin! Ne tenê em, gelê me jî wê vê bêhiqûqiyê qebûl neke. Li şûna Şaredarên bi vîna bi sed hezaran mirovî hatine hilbijartin, nabe qeyûm bê wezîfedarkirin. Navê vê yekê darbe ye! Bi navekî din nikare bê pênasekirin. Ji ber ku eger tu kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji wezîfeyê bigire û rewabûna wan nas neke, wê demê tu darbeyê dike.

AKP xwe weke hikûmeteke rewa ya hatiye hilbijartin pênase dike. Çawa ku betalkirina wezîfeya hikûmeta AKP'ê û wezîfedarkirina desteyeke nû ya ne ji hilbijartiyan darbe be, betalkirina wezîfeya şaredar û wezîfedarkirina qeyûm li şûna şaredar jî darbe ye. Ji aliyê demokrasî û hiqûqê ve di navbera van her du rewşan de ti cudahî nîne. girîng e hemû hêên demokrasiyê bi baldarî nêzî vê mijarê bibin.

Ez bai awayekî vekirî dibêjim; gelê me wê şaredariyên xwe yên bi dayîna berdêlên mezin bi dest xistiye, bi hêsanî radestî AKP'ê neke. Ev yek wê ewçend bi hêsanî nebe. Bifikirin, wê kesekî ji Enqereyê wezîfedar bikin. Baş e, wê çi bi meclîs û hilbijartiyên şaredariyê were? Demokrasî wê çawa were meşandin? Krîz... Di nava şert û mercên krîzê de demokrasî bi rê ve naçe."

Yuksek da xuyakirin ku partiyên siyasî û hêzên demokratîk li pêşberî vê yekê bêdeng bimînin û destûrê bidin darbeyê, wê çaxê AKP wê vê gavê gav bi gav li hemû qadan pêk bîne û rejîma dîkta ava bike.

'GELÊ ME WÊ LI BER XWE BIDE'

Yuksek da zanîn, başiya herî mezin a li welêt bê kirin, çareseriya pirsgirêka Kurd e û got, "Lê belê hikûmet vê naxwaze. Îro rabûye bi MHP'ê re li dijî gelê Kurd dibêje, 'em ê kevir li ser kevir, serî li ser milan nehêlin'. Hûn kevirê ku derê li ser keviran nahêlin, serê kê li ser milê kê nahêlin? Me çiqas Sargûnî dîtin. Di dîrokê de me gelek dîktator û rejîmên faşîst dîtin. Me artêşên Mogolan ên kevir li ser kevir, serî li ser milan nehiştin dîtin. Çi cudahî di navbera polîtîkayên AKP'ê û artêşa dagirker a Mogolan de heye? Gotinên barbarî dikin. Diviyabû civaka Tirkiyeyê jî li hemberî vê rabûya ser piyan"

Yuksek diyar kir, AKP di bin navê 'têkoşîna li hemberî terorê' de li hemberî gelê Kurd şer îlan kiriye û got, "Bêguman gelê Kurd wê li dijî vê têbikoşe. Ji bo Kurdan dem dema yekîtiyê ye."