BI DÎMEN

Elewiyên li Terolar: Ji bo me ji vir derxînin kamp tê çêkirin

Elewiyan nerazîbûn nîşanî çêkirina kampa AFAD'ê ya li herêma Terolar a li Mereşê dan û dan xuyakirin, ku bi hebûna Selefiyan re hewl tê dayîn wan ji cih û warên xwe derxînin.

Elewiyan nerazîbûn nîşanî çêkirina kampa AFAD'ê ya li herêma Terolar a li Mereşê dan û dan xuyakirin, ku bi hebûna Selefiyan re hewl tê dayîn wan ji cih û warên xwe derxînin. Şêniyên herêma Terolarê ji ANF'ê re axivîn û armanca çêkirina kampê vegotin.

Selman Elmali diyar kir, ku di bin hewldana çêkirina kampa AFAD'ê de niyeteke nebaş a rejîma AKP'ê ya li hemberî Elewiyan heye û da zanîn, ev kamp dewama polîtîkaya li dijî Elewiyan e. Elmali bal kişand ser konsepta bi Komkujiya Mereşê re li hemberî Elewiyan hat meşandin û destnîşan kir, çêkirina kampê jî hewldaneke koçberkirinê ya bi plan e. Elmali got, "Ji bo rewşa demografîk a herêmê biguherîne, dewlet kampê li vir çêdike. Wê ne tenê penaberên bêguneh li vir werin bicihkirin. Wê çeteyên ku li welatê xwe gelek komkujî kirine, li vir werin bicihkirin."

'BI SELEFÎ-CÎHADIYAN RE HEWL DIDIN ELEWIYAN BIDIN REVANDIN'

Elmali da zanîn, bi bicihkirina van hêzan re tê xwestin Elewî ji herêmê bên revandin û got, "Girîng e li dijî vê qirkirina bi plan tê kirin, gelê me bikeve nava tevgerê. Em li vê derê kampa AFAD'ê naxwazin." Elmali bibîr xist, ku nifûsa Pazarcixê 27 hezar nîne, lê dewlet dixwaze bi vê kampê re 27 hezar kesî lê bi cih bike. Elmali got, "Hemû komele û saziyên me yên li derveyî welat divê derhal li hemberî vê bikevin nava tevgerê. Em li bendê ne civaka me ya Elewî xwedî li me derkeve."

'DIXWAZIN ME HEPS BIKIN'

Ji şêniyên gundê Terolarê Zeynep Yildiz jî da xuyakirin, ku heta niha di navbera wan û gundên Sûnî yên li derdorê de jiyaneke aram hebû û got, "Lê belê daxwaza wan a çêkirina kampekê li vê derê, em bêhizûr kir. Em gelekî dil bi tirs in. Em naxwazin deşta xwe biterikînin. Em ê neterikînin. Di vê oxirê de wê têkoşîna me bidome."

Yildiz diyar kir, eger kamp bê çêkirin û ewqas mirov lê werin bicihkirin, wê cih li wan teng bibe û got, "Em hingî çi bikin li vê deşta biçûk. Hewl didin me heps bikin. Bi tengkirina qadên me yên jiyanê re hewl didin rê li ber koçberiyê vekin. Ji ber bûyerên di Komkujiya Mereşê de hatin serê me em bi fikar in. Li Mereşê em qetil kirin, qir kirin. Em ji wê derê hatin û li gundan bi cih bûn. Niha jî dixwazin me ji gundan derxînin. Em ê bi ku ve biçin? Em ê deşta xwe neterikînin. Vê carê wê bûyereke mîna Mereşê neqewime. Em ê destûra vê nedin. Gel hişyar bû, zane bû. Bila dest nedin deşta me. Em vê kampê naxwazin. Em civakeke mezlûm in. Bila careke din me qir nekin."

Îbrahîm Onen jî bal kişand ser êrîşa hêzên dewletê ya li hemberî berxwedana li dijî çêkirina kampê û destnîşan kir, ev êrîş bi xwe jî nîşan dide bê kamp bi kîjan armancê tê çêkirin.

Onen got, "Çima bi israr hewl didin Sûriyeyiyan bînin vê derê? Ji ber ku li vê derê 15-20 gundên Kurdên Elewî hene, dixwazin wan bînin vê derê. Ji bo hizûrê ji me re nehêlin dixwazin bînin. Ez ji vê derê bang li keyayan jî dikim; nebin karmendê walî. Keyayên me wê biçin û mora xwe deynin pêşiya walî."

...