Li Şirnexê şerekî dijwar qewimî
Roja 26. a "qedexeya" li Şirnexê jî bi bomberdûmanê destpê kir. Hat ragihandin, di şerê duh êvarê de li taxa Yenî polîsekî tîmê taybet hatiye kuştin.
Roja 26. a "qedexeya" li Şirnexê jî bi bomberdûmanê destpê kir. Hat ragihandin, di şerê duh êvarê de li taxa Yenî polîsekî tîmê taybet hatiye kuştin.
Roja 26. a "qedexeya derketina derve" ya li Şirnexê bi bomberdûmanê destpê kir. Bi tank, top û obusan taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Gazîpaşa, Yenî û Bahçelîevlerê tên bombekirin. Ji cihên hatine bombekirin dû tê. Her wiha şewat bi gelek xaniyan ketin.
Duh bi şev li taxa Yenî di navbera tîmên taybet ên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de polîsekî tîmê taybet hat kuştin. Cenazeyê vî polîsî birin 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan. Piştî kuştina tîmê taybet şer dijwartir bû û heta nîvê şevê dewam kir. Şer li taxên Tekser, Vakifkent û Gundogdû jî belav bû. Sewqiyata leşkerî ya ber bi bajêr û tevgera hewayî ya li ser bajêr dewam dikin.
Li aliyê din hat hînbûn ciwanê bi navê Mevlut Gungen ê duh êvarê li gundê Nerex ê bajarokê Gundikê Melê hat binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê tê ragirtin û tê payîn derkeve pêşberî dozgeriyê.