Li Kerkûkê di navbera DAIŞ û Heşd el Şebî de şerekî dijwar diqewime
Li Kerkûkê, di navbera DAIŞ û hêzên milîs ên Şîa Heşd el Şebî de, ji danê sibehê ve şerekî dijwar diqewime.
Li Kerkûkê, di navbera DAIŞ û hêzên milîs ên Şîa Heşd el Şebî de, ji danê sibehê ve şerekî dijwar diqewime.
Hêzên mîlîs ên Heşd el Şebî danê sibehê êrîşî gundê Til Ahmed ê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, kirin. Piştî şerekî dijwar, hêzên mîlîs çeteyên DAIŞ'ê ji gund derxistin. Şerê di navbera her du aliyan de derket, hînê dewam dike.
Gundê Til Ahmed gundekî Taze Xûrmatû yê Kerkûkê ye û Tirkmen lê dijîn. Gund demeke dirêj ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin.