Berxwedana li Geverê di roja 28. de ye
Berxwedana li Geverê ya bi pêşengiya YPS û YPS Jinê tê meşandin di roja 28. de ye.
Berxwedana li Geverê ya bi pêşengiya YPS û YPS Jinê tê meşandin di roja 28. de ye.
Berxwedana li Geverê ya bi pêşengiya YPS û YPS Jinê tê meşandin di roja 28. de ye. Êrîşên li hemberî taxên Gungor û Cûmhûriyet ên Geverê jî dewam dikin. Hêzên dewleta Tirk bi tank, top û obusan li taxên berxwedanê dixin.
Li taxên Dîze, Yeşîldere, Orman, Eskî Kişla û Mezarlikê, çeteyên Qesrê dikevin kîjan malê, diziyê dikin û xaniyan dişewitînin.
Li herêma Oremarê jî, ku "qedexe" di roja 11. de ye, dorpêçiya gundê Veîrava û Çîmenlî dewam dike. Maşînên zirxî yên li gund û derdora gund timî digerin û jiyana 1.700 mirovên li gundî û gundikî dijîn, kirine heps.
Di vê navberê de sewqiyata leşkerî ya ber bi navçeyê jî dewam dike.