BI DÎMEN

67 saliya Ocalan li Seyîdsadiqê hat pîrozkirin

Bi wesîleya 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarokê Subhan Axa ya navçeya Silêmaniye Seyîdsadiqê bi pêşengiya RJAK'ê pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Bi wesîleya 4'ê Nîsanê 67 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarokê Subhan Axa ya navçeya Silêmaniye Seyîdsadiqê bi pêşengiya RJAK'ê pîrozbahiyek hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku gelek welatiyên li herêmê lê amade bûn de peyamên RJAK û Tevgera Azadî hatin xwendin.

'AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE'

Di peyama RJAK'ê de 4'ê Nîsanê li hemû jinên cîhanê hat pîrozkirin û hat gotin, "Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya hemû jinan e. Em azadiya Rêber Apo weke azadiya tevahiya civakê, bi taybetî jî azadiya jin û ciwanan dibînin, lewma em ê têkoşîna xwe li ser vê bingehê mezintir bikin. Ji bo Rêber Apo di dema herî nêz de azad bibe, girîng hemû jinên cîhanê têkoşîna xwe xurt bikin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Têkoşîna xweseriya demokratîk a îro li Bakur û Rojavayê Kurdistanê tê meşandin, destketiyên bi bîrdoziya Rêber Apo hatine bidestxistin e. Eger Rêber Apo tevgera PKK'ê nedabûya destpêkirin û li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminên gelê Kurd, li hemberî noker û hêzên paşverû yên hundir û derve tênekoşiya bûya, îro qala neteweya Kurd nedihat kirin. Rêber Apo ji bo azadiya gel û jinên Kurd têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Û di çarçoveya vê tekoşînê de ji bo afirandina civakeke azad, bîrdoziya rizgariya jinê afirandiye. Ji ber vê yekê, ji bo Rêber Apo azad bibe, divê hemû jinên cîhanê têkoşîna xwe mezin bikin."

'PÊWÎSTE EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA BÊHEMPA YA RÊBER APO DERKEVIN'

Piştî xwendina peyama RJAK'ê peyama Tevgera Azadî hat dayîn û hat gotin, "Ji bo biserxistina têkoşîna Rêber APo ya li dijî dijmin li sîstema Îmraliyê dimeşîne, divê her kes bikeve nava tevgerê." Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hemû destketiyên îro li Rojavayê Kurdistane hatine afirandin, bi hewldan û têkoşîna Rêber Apo bi dest ketine. Ji bo azadiya Rêber Apo divê em çalakiyên xwe mezintir bikin."

Li aliyê din Hevserokê Tevgear Azadî Mihemed Abdullah jî li çalakiyê axivî û bal kişand ser girîngiya projeya neteweya demokratîk. Abdullah destnîşan kir, ku bi ser xistina paradîgmaya neteweya demokratîk wezîfeya her kesî ye û got, "Eger em paradîgmaya neteweya demokratîk bi ser bixînin, em ê karibin Rêber Apo azad bikin. Neteweya demokratîk ji bo herêma me rêya rizgariyê ye."

Piştî axaftinan pasta ji bo rojbûnê hatibû amadekirin ji aliyê malbatên şehîdan ve hat birîn. Gelek hunermendên herêmî jî derketin ser dikê û Koma Govendê ya Şehîd Dîcle ya ji Rojava jî hunera xwe pêşkêş kir.

Di merasîmê de şitlên daran hatin çandin û li ber stranên hunermendên herêmî govend hat gerandin.

...