Seyda Cegerxwîn hate oxirkirin
Ciwanê bi navê Seyda Cegerxwîn Ozbek ê navê xwe ji wêjevan Cegerxwîn girtiye û li Sûrê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatibû înfazkirin, hate oxirkirin.
Ciwanê bi navê Seyda Cegerxwîn Ozbek ê navê xwe ji wêjevan Cegerxwîn girtiye û li Sûrê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatibû înfazkirin, hate oxirkirin.
Seyda Cegerxwîn Ozbek (Harûn Amed) ê 22 salî ku 31’ê Adara Ii navçeya Sûra Amedê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatibû înfazkirin, piştî li Dîlokê hate teşxîskirin, li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Parlamentara HDP’ê Çaglar Demîrel û gelek welatî tevlî oxirkirina cenaze bûn. Piştî wecîbeyên olî, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hate oxirkirin. Kesên tevlî merasîma cenaze bûn sersaxî ji malbatê re xwestin. Seyda Cegerxwîn Ozbek ê ku navê xwe ji wêjevanê Kurd Cegerxwîn girtiye, malbata wî li ser gora wî lorandin û gotin: “ Seyda ne miriye, di dilê gelê Kurd de dijî”. Gotinên, “Oxir be Seyda” kêliyên hestiyar da jiyîn.
Mirovên Ozbek wêneyên wî hembêz kirin û oxir kirin. Dayika Ozbek Nezire Ozbek yek dilop rondik jî ne barand,dayikê bi destê xwe ax avêt ser cenazeyê kurê xwe.
Malbatê bi gotinên “Xêr biçî kurê min” ji goristanê veqetiyan.
Sersaxiya ji bo Ozbek wê sibehê li navçeya Hezro ya Amedê bê qebûlkirin.