Li Şirnexê çalakiyên sûîqestê: 2 leşker hatin kuştin

Li Şirnexê, di encama çalakiyên sûîqestê yên li hemberî girê Tûgaya Şirnexê de 2 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn.

LI NAVENDA ŞIRNEXÊ ÇALAKIYÊN SÛÎQESTÊ

Roja 8'ê Nîsanê saet di 17:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî girê tûgaya Şirnexê ya li navenda Şirnexê 2 çalakiyên sûîqestê kirin. Piştî van çalakiyan, hêzên me bi çekên ferdî li gir dan. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Çelê Nimêja bi çekên giran gule li qada çalakiyê û derdora wê reşand.

GERÎLAYAN KONTROLA RÊ KIRIN

Ji saet 22:00 ê 8'ê Nîsanê heta saet 05:00 ê 9'ê Nîsanê hêzên me yên gerîla rêya di navbera navçeya Mêrdîn Mîdyat û navçeya Şirnex Hezexê kontrol kirin. Hêzên me yên li vê derê kontrola nasnameyan kirin, li ser pêvajoyê agahî dan. Her wiha 4 wesayîtên ji şîrketeke taybet a AKP'ê re dixebitîn, îmha kirin.

LI SER RÊYA AMED-ÇEWLIKÊ ÇALAKÎ

8'ê Nîsanê saet di 19:00 de artêşa TC li ser rêya Amed-Çewlikê kontrol kir. Piştî ku leşkerên artêşa TC bi vê armancê li ser girekî gundê Qlêdar ê li ser rê bi cih bûn, hêzên me yên gerîla bi çekên ferdî li wan dan. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

Di nava 3 rojên dawî de artêşa TC li derdora navenda navçeya Amed Karazê kemîn danî, gelê li gundên Şaklat û Hewrê tehdît dike.

LI HEMBERÎ LEŞKERÊN XWESTIN RÊ ÇÊBIKIN, ÇALAKÎ

8'ê Nîsanê saet di navbera 13:00-14:00 de hêzên me yên gerîla, li hemberî artêşa TC a dixwest di navbera qereqola Maymûn tepe yê li navçeya Qilabanê û girê Şehîd Kendal de rê çêbike, çalakî lidar xistin. Bi çekên giran derb li kepçeyê hat xistin û ev karê leşkeran sekinî. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt girê Şehîd Rênas.

LEŞKER LI GIRÊ LEYLEK HATIN BICIHKIRIN

Roja 8'ê Nîsanê saet di navbera 08:30-10:00 de helîkoptereke bi tîpa Skorsky bi desteka helîkopterên bi tîpa Kobra leşker danî ser girê Leylek ê li navçeya Colemêrg Geverê. Di heman demê de helîkopterên bi tîpa Kobra li gir dane."