BI DÎMEN

DAIŞ: Çek, cebilxane û şervan hînê ji Tirkiyeyê tên

Ji çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê YPG'ê ve esîr hatine girtin Abdûrrahîm Xalit Îbrahîm got, "Niha jî di ser Tirkiyeyê re ji Cerablûs û Til Raî çek, cebilxane, xwarin û şervan tên. Lê ne mîna berê. Ji ber ku navber ket nava sînor."

Ji çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê YPG'ê ve esîr hatine girtin Abdûrrahîm Xalit Îbrahîm got, "Niha jî di ser Tirkiyeyê re ji Cerablûs û Til Raî çek, cebilxane, xwarin û şervan tên. Lê ne mîna berê. Ji ber ku navber ket nava sînor."

Ji çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê YPG'ê ve esîr hatine girtin Abdûrrahîm Xalit Îbrahîm ku navê Ebû Îslam Xerîp li xwe kiriye, bersiv da pirsên ANF'ê.

Xalit Îbrahîm ê ji Helebê got, "Em dewleta Tirk weke dost dibînin". Çeteyê navborî piştî ku du sal berê tevlî nava DAIŞ'ê bû, dest bi dayîna perwerdeyên îdeolojîk û siyasî kir. Tevî dayîna perwerdeyê karê peydakirina şervanên nû ji çeteyên DAIŞ'ê re û birêxistinkirina çeteyên ji ser Tirkiyeyê tên, ji vî çeteyî re hatibû dayîn. Ev çeteyê DAIŞ'ê piştî êrîşa çeteyan a li hemberî Girê Spî, li şîrketeke li herêma Silûkê ji aliyê YPG'ê ve hat zevtkirin.

Xalit Îbrahîm got, "Di navbera dewlet Tirk û DAIŞ'ê de şer nîne, şer dernakeve. Dewleta Tirk û DAIŞ xwedî îdeolojî û armancên hevpar in. Lewma em Tirkiyeyê weke hevalê xwe, weke dostê xwe dibînin. Heta niha me gelek kar bi hev re kirin û di navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê de ti nakokî, şer derneket. Ne bawerim ji niha û pê ve jî derkeve."

'ÇÛN Û HATIN BERÊ DI SER TIL EBYADÊ RE DIHAT KIRIN'

Xalit Îbrahîm bal kişand ser girîngiya deriyê sînor ê navbera Til Ebyad (Girê Spî) û Tirkiyeyê û ev agahî da:

Ji bo DAIŞ'ê Til Ebyad cihekî gelekî stratejîk bû. Di ser vê derê re me hemû pêdiviyên xwe tedarik dikirin. Berê, dema Til Ebyad di destê DAIŞ'ê de bû, yên ji deverên cuda yên cîhanê dihatin di ser Tirkiyeyê re ji xeta Til Ebyadê derbasî Sûriyeyê dihatin kirin. Ev çûn û hatin hem ji deriyê sînor hem jî bi rêya qenalên taybet ên li derdora Til Ebyadê hatibûn vekirin, dihat kirin. Til Ebyad ji bo DAIŞ'ê cihekî gelekî stratejîk bû. Hemû pêdiviyên me yên bi çek, cebilxane û xwarinê, me ji vir tedarik dikirin. Deriyê Sînor ê Til Ebyadê ji bo me jiyanî bû. Ji wê derê her tişt ji bo me dihat. Têkiliyên me yên bi Tirkan re gelekî baş bûn. Ev têkilî hînê dewam dikin. Lê belê piştî ku Til Ebyad ket destê YPG'ê ev xet hat girtin. Lewma li gorî berê hinekî kêm bûye. Ji ber ku, piştî Til Ebyad ji destê DAIŞ'ê hat derxistin, navberek li herêmê çêbû. Niha ji Tirkiyeyê çek, cebilxane, xwarin û şervan di ser Cerablûs û Til Raî de dewam dikin. Lê ne weke berê. Ji ber ku sînor teng bû, mesafe ket navberê.

'DERBASBÛNA JI TIRKIYEYÊ BI FERMÎ DIHAT KIRIN'

Derbasbûn berê bi awayekî fermî ji aliyê Til Ebyadê dihat kirin. Piştî ku Til Ebyad ket destê YPG'ê li şûna van çûn û hatinên bi rêyên fermî, êdî bi awayekî dizî ji Cerablûs û Til Raî tên kirin. Di ser vê xetê re hînê gelek şervan tevlî DAIŞ'ê dibin. Ji ber tirsa ji balafiran û cihgirtina di çapemeniyê de, şervanên di ser Dîlok û Rihayê re tên, bi giranî bi şev tên derbaskirin.

Di çarçoveya peymana bi dewleta Tirk re hatiye kirin, derbaskirina şervanan bi pêşengiya kûryeyan tê kirin. Şervanên çekdar jî wê li cihekî kîlometreyekê dûrî sînorê Tirkiyeyê li benda yên bên bisekini. Şervanên çekdar piştî ku yên nû hatine werdigirin, bi wesayîtan dibin Reqqayê. Ji bo vê derbasbûnê, dewleta Tirk ti pirsgirêkê dernaxîne, ji nedîtî ve tê. Lê belê ev derbasbûn hemû di bin kontrola MÎT'ê de pêk tên.

'CERABLÛS Û BAŞÛRROJAVAYÊ WÊ LI ME VEKIRÎ YE'

Çete Xalit Îbrahîm da zanîn, ku berî Til Ebyad bikeve destê YPG'ê, li pêşiya derbasbûn û bazirganiya navbera wan û dewleta Tirk de ti astengî tinebû û bi vî rengî li xwe mikur tê:

"Di berdêla çek-cebilxane û pêdiviyan de, petrol jî di nav de me her şêwe malzeme dişand Tirkiyeyê. Piştî ku Til Ebyad ji me hat stendin, ji bilî Cerablûsê di navbera me û Tirkan de ti sînor nema. Bi tenê Cerablûs û başûrrojavayê Cerablûsê vekirî ye. Dikarim bêjim ku yekane deriyê me yê li cîhanê vekirî, ku çûn û hatin jê çêdibe, ev der e. Herêma Cerablûs û El Raî niha bi temamî li me vekirî ye û çûn hatin ji vir çêdibe. Berî Til Ebyad bikeve destê YPG'ê di asteke bilind de di navbera me û dewleta Tirk de bazirganî dihat kirin."

'BAZIRGANÎ JI ALIYÊ ENDAMÊN DAIŞ'Ê YÊN BI KINCÊN SIVÎL VE DIHAT KIRIN'

Çeteyê navborî ragihand, bazirganiya navbera wan û dewleta Tirk de ji aliyê kesên hilbijartî û zane ve dihat kirin û got, "Ji bo ewlekariya vê bazirganiyê me tedbîr werdigirt. Ji bo bazirganî û derbasbûnê, rojane bi sedan wesayît ji gumrukê derbas dibûn. Yên ku di navbera dewleta Tirk û 'dewleta Îslamî' de bazirganî dikirin, rêveberên DAIŞ'ê yên payebilind bûn, ku bi kincên sivîl digeriyan. Bazirganiya bi dewleta Tirk re bi berdêl dihat kirin. Di berdêla wê de me çek-cebilxane û pêdiviyên xwarinê werdigirtin, şervan derbas dbiûn, birîndarên me li Tirkiyeyê dihatin dermankirin. Di berdêla wê de mî me petrol, genim û malzemeyên din difirotin Tirkiyeyê. Ev yek di ser Tirkiyeyê re gelekî baş bi rê ve diçû. Ji ber ku deriyê Til Ebyadê hatiye girtin, ev hinekî kêm bûye. Lê dîsa jî di ser Cerablûs û Til Raî re tê kirin. Ji ber ku tankerên me li ser sînor derb xwarin û têkiliya me ya bi dewleta Tirk re gelekî kifş bû, ev bazirganî û derbasbûn bi awayekî veşartî tên kirin."

'BIRÎNDARÊN ME LI TIRKIYEYÊ TÊN DERMANKIRIN'

Xalit Îbrahîm diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê yên di şerê li Sûriye û Rojava de birîndar dibin, bi hêsanî li Tirkiyeyê tên dermankirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Yên di şer de birîndar dibin ji bo neyên naskirin, dema derbasî Tirkiyeyê dibin riya xwe kurt jêdikin. Lê belê dewleta Tirk dizanin ên derbas dibin endamên DAIŞ'ê ne." Xalit Îbrahîm ragihand, beriya niha bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê yên birîndar bûn bi hêsanî derbasî Tirkiyeyê bûn ji bo bên dermankirin û got, "Yên derbasî Tirkiyeyê bûn, wêneyên wan dihatin kişandin û navên wan dihat qeydkirin. Piştre bi rêyên taybet, bêyî ku ti pirsgirêk derkeve pêşiya wan li nexweşxaneyê dihatin dermankirin. Ev tedawî li Tirkiyeyê tê kirin. Çûn û hatina niha ya ber bi Tirkiyeyê ve di ser Cerablûs Til Raî ve tê kirin. Yên derbasî Sûriyeyê bibin jî ewilî li malên rêxistinê yên li Dîlok, Riha û Kîlîsê li hev kom dibin û bi rêya kûryeyan derbasî Sûriyeyê tên kirin. Ev malên li ser sînor weke biryargehên DAIŞ'ê tên bikaranîn. Ji aliyê rayedarên Tirk, polîs û MÎT'ê ve baş tên naskirin. Berê Akçakale ya li pêşberî Tli Ebyadê dihat bikaranîn. Niha hin herêmên Riha û Dîlokê yên li pêşberî Cerablûsê gelekî tên bikaranîn."

'DAIŞ DOSTÊ DEWLETA TIRK, TI CARÎ LI DIJÎ TIRKIYEYÊ ŞER NAKE!'

Xalit Îbrahîm diyar kir, sazî û cemaet hene ku di navbera her du aliyan de têkiliyê datînin û şervanan bi rêxistin dikin û got, "Di navbera dewleta Tirk û 'dewleta Îslamî' de gelek aliyên hevpar hene. Lewma di navbera wan de ti carî nakokî derneket. Gotinên di ser çapemeniyê re tên bilêvkirin, rast nînin."

Xalit Îbrahîm wiha dewam kir: "Dewleta Tirk gelek alîkariyê dide me. Kesên ji bo tedarikkirina çek, cebilxane û pêdiviyên me hatine wezîfedarkirin, bi awayekî fermî li Tirkiyeyê pêdiviyan tedarik dikin. Yên bi Tirkiyeyê re danûstandinan dikin, bi hêsanî diçin her devera Tirkiyeyê û nayên sekinandin jî. Çekên dihatin peydakirin di ser Til Ebyadê re dihatin derbaskirin, lê niha di ser herêmên Cerablûs û Til Raî re tên derbaskirin. Ji ber ku yekane sînorê bi Tirkiyeyê re ma ye, ew der e. Çûn hatinên li vê derê jî bi rêya wzîfedarên fermî ve tên kirin. Di heman demê de bi şev jî çûn û hatin çêdibin."

'JI BILÎ DAIŞ'Ê DOSTEKÎ AKP'Ê NEMA YE'

Xalit Îbrahîm da xuyakirin ku yên ji bo tevlî DAIŞ'ê bibin tên jî di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê tên kirin û anî ziman, dewleta Tirk naxwaze YPG sînor kontrol bike. Xalit Îbrahîm got, "Ji ber ku dewleta Tirk dizane li herêmê ji bilî DAIŞ'ê ti dostekî xwe nemaye, naxwaze herêmên di destê DAIŞ'ê de winda bike. Dibe ku ji ber bazirganiyê jî be. naxwaze dostaniya bi DAIŞ'ê re xera bibe."

'YPG'Ê HESABÊN ME XERA KIR'

Çete Abdûrrahîm Xalit Îbrahîm herî dawî got, "Dema Til Ebyad vekirî bû têkiliya di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk gelekî vekirî bû. Bi taybetî hin tişt ji Tirkiyeyê dihatin. Niha bazirganî kêm bûye, lê têkilî hînê dewam dike. Bi vê têkiliyê re tiştên li Tirkiyeyê nîne ji Sûriyeyê dihatin şandin, tiştên li Sûriyeyê nînin ji Tirkiyeyê dihatin şandin. Her du alî ji vê kêfxweş bûn û nedixwestin têkilî xera bibe. Lê belê YPG'ê ev hesab xera kir."