BI DÎMEN

Ji bo şikandina tecrîdê em têkoşînê mezin bikin

Kurdên li Seyîdsadiqê dijîn diyar kirin, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal were rakirin û ji bo şikandina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê li gelê Kurd kirin.

Kurdên li Seyîdsadiqê dijîn diyar kirin, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal were rakirin û ji bo şikandina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê li gelê Kurd kirin.

Şêniyên Seyîdsadiq têkildarî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivîn.

BEXTIYAR MAM HEMÎD: ÊDÎ EM NIKARIN TEHEMÛL BIKIN

Bextiyar Mam Hemîd da xuyakirin ku sîstema dewleta Tirk bi qasî ku li hemberî PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tengav bûye heta niha li pêşberî kesî tengav nebûye û got, "Ji ber ku ji bandora têkoşîna Rêber Apo ya li ser civaka Kurd ditirsin, tecrîdê giran dikin. Nêrînên Rêber Apo azad in, ti hêz nikare li pêşiya van nêrînan bibe asteng. Rêber Apo ji bo têkoşîna gelê Kurd bi pêş de bibe, zîndana Îmraliyê veguherandiye akademiyê. Weke gelê Kurd em êdî nikarin tehemûlî dîlgirtina Rêber Apo bikin."

ZEHRA AHMED: WÊ BIBE SALA AZADIYA RÊBER APO Û GELÊ KURD

Zehra Ahmed jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û bang li tevahiya jinên li Başûrê Kurdistanê kir ku bi şiyara "Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinan e" têkoşînê mezin bikin. Ahmed da xuyakirin ku Ocalan planên bi komploya navneteweyî re hatin kirin pûç kiriye û got, "Tecrîda li ser Rêberê me, li şûna dûrxistinê me hîn bêhtir nêzî Rêberê me dike. Divê dijmin baş zanibin, ku îsal wê bibe sala azadiya Rêber Ocalan û gelê Kurd."

RAHMAN MACÎT: JI NÊRÎNÊN RÊBERTÎ DITIRSIN

Rahman Macît bal kişand ser tecrîda şidandî û got, "Dewleta Tirk ji nêrînên Rêbertî ditirse. Lewma nahêle kes biçe Îmraliyê. Lê divê dewleta Tirk ji bîr neke; nêrîn teslîm nayê girtin. Nêrînên Rêber Apo ji aliyê gel ve hatiye pejirandin û bi cih tê anîn. Çi Rojava, çi Başûr, çi Bakur, çi jî Rojhilat. Gelê Kurd bi pêşengiya nêrînên Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşe."