'Bihuşta kulîlkan' Dêrsim bi biharê re xemilî
Li Dêrsimê piştî demsala zivistanê, bi helîna berfê re kulîlk vebûn. Li erdnîgariya Dêrsimê, ku bi xeteirya bendavê re rû bi rû ye, 54 celebên kulîlkên endemîk hene.
Li Dêrsimê piştî demsala zivistanê, bi helîna berfê re kulîlk vebûn. Li erdnîgariya Dêrsimê, ku bi xeteirya bendavê re rû bi rû ye, 54 celebên kulîlkên endemîk hene.
Di çarçoveya polîtîkaya xalîkirina ji mirovan de hewl tê dayîn newalên kûr ên Dêrsimê bi avê werin dagirtin. Ev projeyên HES û bendavan wê bandoreke giran li xwezayê bikin. Li erdnîgariya Dêrsimê 54 cureyên kulîlkên endemîk hene, ku wekî din li ti cihê dinyayê nayên dîtin. Ev celebên kulîlkan bi helîna berfê re şîn bûn û mizgîniya biharê dan.
'Bihuşta Kulîlkan' Dêrsim îsal jî bi rengîniya xwezayê xemilî.