Heyva Sor a Kurd ji bo taxa Şêxmeqsûd banga lezgîn kir

Heyva Sor a Kurd diyar kir, di êrîşên komên çete yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd de het aniha zêdeyî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 650 jî birîndar bûn. Heyva Sor banga lezgîn li raya giştî ya navneteweyî kir.

Heyva Sor a Kurd diyar kir, di êrîşên komên çete yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd de het aniha zêdeyî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 650 jî birîndar bûn. Heyva Sor banga lezgîn li raya giştî ya navneteweyî kir.

Rêxistina Heyva Sor a Kurd der barê êrîşên komên çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê û ENKS'ê yên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê û bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Tevî îlankirina hevpeymana agirbestê li Sûriyeyê ya hat pêkanîn jî di dawiya meha Sibatê de  li gelek deveran hîn şer berdewame û ev yek li dijî hevpeymanên navneteweyî yên girêdayî mafê mirovan û parastina sivîlan di dema şeran de ye.

Êrîşên ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayî 'opozisyonê' Sûriyê ve bi ser taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê de tên kirin û  jin û zarokan hedef digirin, binpêkirinek eşkere ye ji hevpeymanên parastina sivîlan. Di van êrîşan de tax bi hemû cûreyên çekên giran tê gulebarankirin. Li ser laşê hin qurbaniyan şopên bikaranîna çekên ku di qada navneteweyî de hatine qedexekirin hat dîtin.

Heta niha di encama van êrîşan de zêdetirî 100 sivîlan  jiyana xwe ji dest dane û bêhtirî 650 kes birîndar bûne. Kesên birîndar du êşan dikişînin. Yek tinebûna dermanan û ya din dorpêçkirina ji alî van komên çekdar ku nahêlin bigihîjin nexweşxaneyên bajêr. Li navendên tenduristiyê jî derman kêm in.

Em weke Heyva Sor a Kurd bang li rêxistin û saziyên mirovî û tenduristiyê dikin ku derbasî taxê bibin û alîkariyê bidin birîndaran. Her wiha em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku mudaxele bikin da ku van êrîşên li ser kesên sivîl bidin seknandin."