BI DÎMEN

'Kampa li Mereşê parçeyekî biçûk ê plana mezin e'

Serokê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê Îsrafîl Erbîl diyar kir, bi hewldana li Mereşê re tê xwestin, welat ji hemû bawerî û nêrînên cuda bê paqijkirin.

Der barê kampa AFAD'ê ya tê xwestin li herêma Terolar a Elewiyan bê çêkirin, Serokê Federasyona Elewiyên li Brîtanyayê Îsrafîl Erbîl ji ANF'ê re axivî.

Erbîl ji Elewiyên li derveyî welat xwest, bala wan li ser mijarê be, li her devera lê ne li dijî vê hewldanê xebatên lobî bimeşînin û raya giştî bixin nava tevgerê. 

Erbîl got, "Bi anîna mirovên ji bawerî û çanda cuda re, bi bicihkirina van mirovan li nava herêmeke Elewiyan re dixwazin gelê xwecihî ji vê herêmê derxînin û bikin penaber. Ev yek jî dewama hewldana sala 1978'an a bê Elewî hiştina xaka Mereşê ye. Ev tiştekî ji rêzê, tiştekî bi niyeta baş nîne. Projeyeke bi plan û program hatiye amadekirin e."

Navborî ragihand, ev plan û proje wê bi tenê bi herêma Terolar an jî li gundên derdorê bi sînor nemîne û got, "Girîng e ev plan gelekî cidî bê dîtin. Ji bo pêşî li komkujiyeke gengaz, li pirsgirêkan were girtin û destûr neyê dayîn gelê xwecihî koçber bibe, divê ji niha ve mirov bikevin nava tevgerê. Pêwîste mirovên me yên li derveyî welat jî ji bîr nekin ku koka me li vê derê ye û eger koka me bê rakirin, em ê nikaribin li derveyî welat bi çand û baweriya xwe bijîn. Lewma em li bendê ne bala her kesî li ser vê mijarê be û bikevin nava tevgerê."

'PARÇEYEKÎ BIÇÛK Ê PLANA MEZIN'

Erbîl bal kişand ser Plana Şark Islahat û got, "Weke ku demekê Afgan li herêma Meletiyê bi cih kirin, niha jî hewl didin Mereşê ji Elewiyan paqij bikin. dewlet vê kampê ji bo mirovên naşibe xwe, li gorî xwe nafikire koçber bike, ji cih û warên wan derxîne. Ya ku li herêma Terolar diqewime, parçeyekî biçûk ê planeke mezin e. Divê em mijarê bi vî rengî binirxînin û di çarçoveya planeke de li dij vê têbikoşin."

...