BI DÎMEN

'Divê ne dewlet, gel bi xwe Sûrê ava bike'

Gerîlayan bang li gelê Amedê kirin ji bo xwedî li Sûrê derkeve.

Gerîlayan destnîşan kirin, ku divê Sûr bi destê gel bê avakirin û gotin, "Girîng e li hemberî vê dagirkerî û van êrîşan, berxwedaneke mezin were nîşandan."

Gerîlayên HPG'ê Nûman Amed û Rizgar Amed êrîşên AKP'ê yên li hemberî Sûrê û planên dagirkeriyê ji ANF'ê re nirxandin.

JI BO SÛRÊ BANGA SEFERBERIYÊ

Nûman Amed di destpêka axaftina xwe de cangoriyên li Sûrê canê xwe feda kirin bibîr anî û destnîşan kir, ku ew ê berxwedana wan bidomînin. Amed destnîşan kir, berxwedana li Sûrê hat meşandin moraleke mezin daye wan û got, "Pêwîste gelê Amedê xwedî li Sûrê derkeve. Hemû muteahîtên li Amedê divê ji bo gelê Sûrê seferber bibin û destûr ji dewletê re neyê dayîn, ku li gorî kêfa xwe Sûrê ji nû ve dîzayn bike. Daxwaza me ji gelê me ew e, ku xwedî li Sûrê derkeve. Eger Sûr wê bê avakirin, divê bi destê gel were avakirin. Lewma hewce ye gel û ciwanên Amedê di karê ji nû ve avakirian Sûrê de cih bigirin." Nûman Amed bal kişand ser girîngiya Sûrê û destnîşan kir, ku divê destûr ji dewletê re neyê dayîn bikeve nava Sûrê.

'DEWLET BI SER NEKET'

Rizgar Amed jî berxwedana li gelemperiya Kurdistanê silav kir û got, "Ez bi rêzdarî bejna xwe li ber berxwedana bi çanda lehengiyê 105 rojan li Sûrê hat meşandin ditewînim. Ez şehîdên me yên mezin Çiyager, hemû hevrêyên wî û dayika Fatma Ateş bi rêzdarî bibîr tînim. Dijmin dixwest bi êrîşên xwe yên barbarî re di nava çend rojan de vîna gel bişikîne û teslîm bigire. Li hemberî vê yekê bi pêşengiya ciwanên Kurd berxwedaneke mezin hat meşandin. Hêzek nema ku li hemberî Sûrê bi kar nanîn. Hêzên Deryayî jî şandin Sûrê. Lê belê serketina dixwestin bi dest nexistin."

Rizgar Amed bal kişand ser planên dewletê ku dixwaze dagir bike û dest deyne ser û got, "Li hemberî vê yekê divê berxwedaneke mezin were nîşandan."

Amed axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger em dibêjin, em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin, wê demê divê em nehêlin dijmin bikeve Sûrê. Em ê nehêlin bikeve Sûrê. Em ê nehêlin ku Sûrê li me bike zîndan."

Amed destnîşan kir, ku Sûr rûmet e, divê rûmet were parastin.