'Bajarên Kurdan wê ji nava xweliyên xwe ji nû ve ava bibin'

Endamê Kordînasyona Ji nû ve Avakirina Kobanê Çoman Kenanî diyar kir, Kobanê wê ji nava xweliyên xwe ji nû ve ava bibe.

Endamê Kordînasyona Ji nû ve Avakirina Kobanê Çoman Kenanî da xuyakirin, ku dema wan dest bi ji nû ve avakirina Kobanê kirin, gelekî ji paradîgmaya ekolojîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûd wergirtine û got, "Çi dikin bila bikin, çiqasî hewl bidin xera bikin bila hewl bidin, gelê KUrd û bajarên Kurdistanê wê ji nava xweliyên xwe ji nû ve ava bibin."

Endamê Kordînasyona Ji nû ve Avakirina Kobanê Endezya Înşeatê Çoman Kenanî karê ji nû ve avakirina Kobanê ji ANF'ê re vegot.

REWŞA DAWÎ YA LI KOBANÊ

Kenanî bibîr xist, ku piştî êrîşên DAIŞ'ê û berxwedana mezin a li hemberî van êrîşan beşeke mezin a Kobanê veguherî xirbe û da zanîn, di encama lêkolînên endezyarên ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de tespît bû ku ji sedî 80 ê Kobanê hilweşiya ye.

Kenanî da xuyakirin, ku ji bo vî bajarî xebat û kedeke mezin diviya bû û destnîşan kir, di destpêkê de ya girîng paqijkirina bajarê veguherî xirbe û tedarikkirina pêwîstiya mirovan a bi avê bû.

Kenanî got, "Li ser vê bingehê me di çarçoveya sê serenavan de heman piştî şer dest bi kar kirin. Ya yekemîn paqijkirina bajêr, ya duyemîn çareserkirina pirsgirêkên gel ên xwarin, vexwarin, germkirinê û ya sêyemîn jî ji nû ve avakirina Kobanê bû. Karê me yê qonaxa destpêkê gelekî zehmet bû. Ji ber ku bajar bi temamî veguherîbû enqazê. Wê çaxê hin mirov ji Amerîka û Ewropayê hatibûn vê derê. Wan ji me re digotin, 'Hûn vî enqazî dewrî me bikin, em ê di nava sê salan de rakin'. Lê belê me di nava şeş mehan de tevî alîkariya mezin a gelê Bakurê Kurdistanê û Şaredariyên Bakurê Kurdistanê beşeke girîng a vî enqazî rakirin.

Di vê navberê de me dest bi karên xwe yên tedarikkirina pêwîstiyên gel kirin, ku ev jî qonaxa duyemîn a karê me bû. Di vê çarçoveyê de febrîqeyeke nan a berê li bajêr hebû, me paqij û tamîr kir û ji xizmeta gel re vekir. Ji vê febrîqeyê rojane 40 ton nan derket. Ji bilî wê me li taxa Kaniya Kurdan û gundê Berxbotanê du firin çêkirin. Wekî din, bi alîkariya Kantona Cizîrê re me aşek çêkir, ku rojane sed ton ard dihêre. Pêwîstiya bajêr a bi sotemeniyê jî çareser bûye. Ji sedî 80 ê pêwîstiya bi elektrîkê jî çareser bûye. Ji bo bersivdayîna li pêwîstiya avê jî me dest bi projeya kişandina ava Firatê bi rêya lûleyan kir û di nava çend rojan de wê ev proje jî biqede. Ev xebatên me yên heta niha hatine kirin e.

Qonaxa sêyemîn a plansaziya me jî ji nû ve avakirina Kobanê ye. Ji bo vê jî karekî berfireh û zehmet divê. Di asta destpêkê ya vê planê de wê ji bo mirovên di şer de malên wan bi temamî xera bûne û yên malên mal wan li cihê muzeyê man e, xanî were çêkirin. Ji bo li van taxên nû tên çêkirin, projeyên gelekî girîng hene ku gel karibe lê bi rehetî bijî. Ji bo perwerdeya zarokan 6 dibistan, 2 nexweşxane û parkên bedew tên çêkirin. Wekî din ji bo bersivdayîna li pêwîstiyên mirovan wê santrala xîzê, santrala beton û santrala kîremît bên çêkirin. Ev xebatên me niha dewam dikin."

SÛD JI PARADÎGMAYA OCALAN HAT WERGIRTIN

Kenanî da xuyakirin, ku çêkirina taxên nû de wan gelekî ji paradîgmaya ekolojîk û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûd wergirtine û got, "Ji bo jiyaneke lê jiyan hebe, pêwîste beriya her tiştî xwedî nêrîneke ekolojîk be. Girîng e di navbera mirov û hawirdorê de jiyaneke bi ahengî hebe. Wekî din, divê mirov ji hev ne dûr bin, hîn bêhtir xwe nêzî hev bikin. Ev xebatên me bi xurtî tên meşandin."

'BAJARÊN KURDISTANÊ WÊ JI NÛ VE AVA BIBIN'

Endamê Kordînasyona Ji nû ve Avakirina Kobanê Çoman Kenanî destnîşan kir, ku Kurdistan dilê mirovahiyê ye, xaka bingehîn e û got, "Xaka Mezopotamyayê bi mîsyoneke bi vî rengî re cihê xwe di nava dîrokê de girtiye. Niha bûye xwedî rol ku bi vê mîsyona xwe rabe. Ji bo vê di nava hewldanan de ye û xwe bi rêxistin dike. HDP a li Bakurê Kurdistanê û TEV-DEM a li Rojavayê Kurdistanê mînaka herî bedew a yekîtiya gelan e."

Kenanî da xuyakirin, ku taybetmendiya herî girîng a mirovan, dilsoziya bi azadiyê re ye û got, "Her mirov, her civak û gel ji bo vê dijî. Kurdan ti carî ji bo desteserkirin û talankirina xaka gelên din, êrîş nekirine. Kurdistan hiş û bîra mirovahiyê ye, parêzvanê destketî û nirxên mirovahiyê ye. Ji bo vê rastiyê tine bikin, êrîş dikin. Ya duyemîn jî; li holê têkoşîn û şoreşek heye. Ji bo ev nebe malê gelan, belav nebe, êrîş dikin. Dizanin; ya ku li vir heye ne tenê şoreş û destketiyên Kurdan e, destketiya tevahiya mirovahiyê ye. Lewma êrîş dikin. Dewleta Tirk bi hilweşandina bajaran re dixwaze bîra mirovan hilweşîne. Çi dikin bila bikin, çiqasî hewl bidin xera bikin bila hewl bidin, gelê KUrd û bajarên Kurdistanê wê ji nava xweliyên xwe ji nû ve ava bibin."