Çeteyan careke din gaza kîmyewî li Şexmeqsûd barandin

Komên çete yên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê û ENKS jî di nav de ye, îro carek din bi çekên kîmyewî êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin. Di encamê de 2 kes bi jehrê ketin.

Komên çete yên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê û ENKS jî di nav de ye, îro carek din bi çekên kîmyewî êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin. Di encamê de 2 kes bi jehrê ketin.

Welatiyê bi navê Ezîz Hemo Cimo ku jehrî bibû û li navenda tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd dihat dermankirin, diyar kir ku dema topbaranê destpê kir, ew li mala xwe bû û îro dema ku xwestiye derkeve bêhnek genî bêhn kiriye, gêj bûye, mîda wî xeliya ye û bêhna wî teng bûye. Cimo got, çawa ku wî ev bêhn bihin kir, nas kir  ku ev gaza kîmyewî ye û yekser paçek şil avêtiye ser rêyê xwe.

Şêniyên taxê gotin ku wan madeyek bi rengê zer li ser parçeyên bombeya gazê dîtin.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê duh di êrîşên xwe de 2 caran çekên kîmewî bikar anîn îro jî carek din ev çek bikar anîn. Di encama êrîşan de 6 welatiyên sivîl jehrî bûn.

Koma çete ya bi navê “Artêşa Îslamê” jî îro bi rêya daxuyaniyekê li xwe mikur hat ku wê li hemberî kurdên li taxa Şêxmeqsûdê çekên qedexekirî yên kîmyewî bikar anîne.