Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Karakaya hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ûygar Karakaya (Newroz) bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ûygar Karakaya (Newroz) ê li bejahiya gundê Badan ê navçeya Mûş Gimgimê di şerê ji ber operasyonê de jiyana xwe ji dest da, duh ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hat wergirtin û bi konvoyeke ji dehan wesayîtan birin gundê Tatan ê Gimgimê.

Cenaze danê êvarê li pêşiya gund bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Piştî ku wecîbeyên olî li Mala Cem bi cih hatin anîn, girseya gel darbesta cenaze bire goristana gund.

Di merasîma cenaze de tevî Hevşaredarên Gimgimê Sabîte Ekîncî û Huseyîn Guneş, rêveberên HDP û DBP'ê bi sedan kes amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê cenazeyê Karakaya hat veşartin.

Serdanên sersaxiyê yên ji bo Karakaya tên kirin, li Mala Cem tên qebûlkirin.