40 cerdevanan Şirnex terikandin

Çeteyên Qesra Erdogan ên ku nikarin bikevin taxên xwerêveberiyên Şirnexê, cerdevanan didin pêş. 40 cerdevanên bajarokên Sêgirkê û Hilal ên ku ketina taxên xweser qebûl nekirin, bi leşkeran re nîqaş kirin û ji Şirnexê derketin.

Êrîşên qirkirina li ser Şirnexê didome. Çeteyên Qesrê xwestin cerdevanên bajarokên Sêgirkê û Hilal  bidin pêşiya xwe û bikevin taxên xweser, ji ber vê sedemê hinek cerdevanan bi leşker û polîsan re nîqaş kirin, çekên xwe girtin û ji Şirnexê derketin.

Her wiha hate zanîn ku beriya êrîş li ser Şirnexê werin destpêkirin, çeteyên Qesrê bi Serokê Şaredariya bajarokê Hilal Cafer Benek û Serokê Şaredariya bajarokê  Sêgirkê Sebrî Babat bi cerdevanên herêmê re civîn çêkirine û ji bo li Şirnexê nobedê bigrin li hev kiribûn.

Lê, îro cerdevanên bajarokê Sêgirkê û Hilal li ser daxwaza ku leşkeran xwest bikevin taxên xweser yê Şirnexê, di navbera cerdevan û leşkeran de alozî derket. Piştî ku ev mezin bû, Benek û Babat li cerdevanên girêdayî wan geriyane û rewş bi wan re vegotine. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokên şaredariyan û sercedevanan xwestin carek din vegerin, gotin : “Hevpeymana me ne wisa bû. Me yê li  gundewaran nobed girtiba, bi vî awayî piştigirî bida.” Li ser vê  yekê 40 cerdevanan çekên xwe girtin û vegeriyan bajarokên Sêgirkê û Hilal.  

Di êrîşa li hemberî Şirnexê de ji gundên Elkê, Qileban,  Hilal, Sêgirkê, Qesrik, Balveren, Kumçati nêzî hezar cerdevanî tevlî êrîşan bûne. Cerdevanan zêdetir li gundewarên derdor cih girtine. Cerdevanên bi navê Abdullah Fîdan, li Girtîgeha Sergirtî ya Tipa T bi fermandarekî jendermeyan ê herêmê re nîqaş kiribû û di encamê nîqaşê de Fîdan hatibû kuştin.