Şervana YPS’ê Sayar ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Ceylan Saray a YPS’î, li Wanê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Ceylan Saray a YPS’î, li Wanê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Cenazeyê endama YPS JIN Ceylan Saray (Rengîn Şerefxane) a di şerê li Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, duh ji aliyê malbatê piştî hate girtin, ji aliyê bi sedan kesî li Taxa Şerefxane (Beyarslan) a girêdayî navçeya Mehmûdî ya Wanê îro ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Karwanê wesayîtan ê ji sedan wesayîtî pêk dihat û cenaze tanî Taxa Şerefxane a girêdayî Mehmûdiyê, li gelek deveran ji aliyê hêzên dewletê ve hate sekinandin. Hêzên dewletê piştî lêgerîn û kontrolên nasnameyan, li hin wesayîtan bi hincetên cur bi cur ceza nivîsîn. Karwanê ku piştî astengiyên dewletê rêya xwe domand, di têketina Taxa Şerefxane de ji aliyê bi sedan kesî hate pêşwazîkirin.
‘GELÊ KURD BI KUŞTINÊ BI DAWÎ NABE’
Girseya cenaze girt ser milên xwe, dirûşmeyên “Şehîd Namirin” berz kirin. Cenaze li goristana li Taxa Beyarslan hate definkirin. Piştî Sayar hate definkirin, Hevseroka MEYA-DER’a Wanê Nerîman Ûrar axaftinek kurt kir, got gelê Kurd bi kuştinê bi dawî nebûye û wê nebe jî.