Li Hezexê vê carê polîs ketine pey cilan!

Polîsên ku li navenda sûkê avêtin ser dikanên cilan, cilên li ser wan “Kurdistan” û “Bijî Newroz” nivîsîne bi hinceta biryara dozgeriyê ve kom kirin.

Li navçeya Hezex a Şirnexê ku êrîşên qirkirinê lê didomin, danê êvarî hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî avêtin ser dikanên cilan. Di serdegirtinê de cilên li ser wan “Kurdistan” û “Bijî Newroz” hatine nivîsandin yek bi yek kom kirin, ji dikandaran re jî hate gotin ku ev cilên navborî wê neyên firotin. Di vir de hate destnîşankirin ku eger ev bên firotin wê kar û barên qanûnî bidin destpêkirin, navên dikandarên ku cilên bi vî rengî ji dikanên wan hatin derxistin jî yek bi yek hatin nivîsîn.

Çeteyên Qesrê li dikanan dest danîn ser cilan û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Hezexê, hate hînbûn ku wek hinceta komkirinê biryara dozgeriyê hatiye nîşandan. Dikandaran gotin polîsan biryara dozgeriyê nîşanî wan kirine û di biryara tê gotin de îfadeyên wiha cih digirin: “Îxbar heye”û “Amûrên di xebatên terorê de bên bikaranîn dikarin hebin, amûrên li kargehan bên girtin bên desteserkirin.”