BI DÎMEN

Elewiyan li dijî plana qirkirinê banga berxwedanê kirin

Nerazîbûnên li hemberî "kampa penaberan" a li Mereşê ku fikar hene, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve were bikaranîn, nerazîbûn dewam dikin. Nûnerên komeleyên Elewiyan ên li derveyî welat jî bang li Elewiyan û dostên wan kirin ku li ber xwe bidin.

Nerazîbûnên li hemberî "kampa penaberan" a li Mereşê ku fikar hene, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve were bikaranîn, nerazîbûn dewam dikin. Berxwedana li hemberî vê planê, ku li gundê Terolar ê Elewiyan destpê kir, roj bi roj mezin dibe.

'DIBE KU SIBE GELEKÎ DERENG BE'

Seroka Komeleya Pazarcixiyan (PAZ-DER) a li Îngilîstanê Selver Çûlpan ku ji bo destekkirina berxwedanê hatiye Mereşê, da xuyakirin ku li hemberî xeteriyên civaka Elewî ya li Mereşê pê re rû bi rû ye, divê Kurd-Elewî yên li derveyî welat dijîn bi hestyarî tevbigerin û bibin yek. Çûlpan diyar kir, ew hewl didin çi ji dest bê bikin û got, "Bêyî derengketinê divê hin tişt werin kirin. Eger em nebin yek, dibe ku sibe dereng be."

'MESELE NE PENABER E'

Çûlpan bibîr xist, ku ew bi xwe jî li Ewropayê penaber in, lewma baş bi jiyana penaberiyê dizanin û got, "Lê belê ya ku tê xwestin li vir were kirin, ne bicihkirina penaberan e. Hewl didin koka me ji vir rakin. Nifûsa 7 gundên Elewî yên li vê herêmê bi tenê 3 hezar e. Lê dixwazin 27 hezar kesî li vir bicih bikin. Vê bangê li gelê me yê li Ewropayê dikim; Em ne Ewropî ne. Divê em bibin yek û li xaka xwe xwedî derkevin."

'WÊ NIFÛSEK JI YA PAZARCIXÊ ZÊDETIR BI CIH BIKIN'

Serokê Komeleya Terolar a Elmanyayê Îbrahîm Kabayel da zanîn, ku hewl tê dayîn li vê kampa were çêkirin, nifûsek ji nifûsa navçeya Pazarcixê zêdetir bi cih bikin. Kabayel destnîşan kir, ku ji vê rewşê jî niyeta wan tê fêmkirin û got, "Li pişt vê biryar û vîneke siyasî heye. Ev kamp bi hin hesaban tê çêkirin. Ji roja destpêkê ve em li hember derdikevin. Me doz jî vekirine. Parêzerên me li gorî hesasiyetên me serî li cihên pêwîst dan. Di nava vê demê de em ê desteka gel xurt bikin û berxwedana xwe bidomînin."

'EM DESTÛRÊ NEDIN QIRKIRINÊ'

Ji Pazarcixiyên ji bo destekkirina berxwedanê ji derveyî welat hatiye Îbrahîm Demîrcîoglû jî destnîşan kir, ku li hemberî qirkirina tê xwestin bê kirin, divê Kurd, Tirk, Elewî, Sûnî her kes li dij dekeve. Demîrcîoglû got, "Bang li her kesî dikim ku bê vê derê. Ya ku dixwazin li vir bikin, provokasyon e. Pêwîste em li hemberî vê bibin yek. Bi vê kampê re dixwazin gelê me ji vir derxînin. Eger em destûrê nedin vê, wê nikaribin bikin. Wê nikaribin vê qirkirinê li ser me ferz bikin. Lewma li vê derê me û bang li her kesî dikim ku bên vê derê."

...