Çark ê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin hat veşartin

Hîkmet Çark ê li Cizîrê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin, li Îdirê hat veşartin.

Hîkmet Çark ê di komkujiya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da û li goristana bêkesan a li Dîlokê hatibû veşartin, malbatê cenazeyê wî rakir û li warê wî Îdirê spart axê. Di merasîma cenaze de malbata Çark, rêveberên MEYA-DER'ê, rêveberên DBP û HDP'ê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Cenazeyê Çark, piştî ku wecîbeyên olî li gundê Çamûrliya Jorîn bi cih hat anîn, li ber dirûşmên "Şehîd Namirin" hat veşartin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman li vir axivî û got, "Ji vê derê ji hikûmetê re daxivim. Rêya hûn tê de dimeşin rêya komkujî û tinekirinê ye. Ev siyaseta qirêj kengî hat ceribandin, her tim pûç bû. Siyaseta azadî û demokrasiyê her tim hat pejirandin. Hevalê me Hîkmet bi salan li girtîgehê hat ragirtin. Li hemberî her şêwe zextê serî netewand û têkoşîna xwe meşand. Ev ax têra hemû gelan dike. Li ser vê xakê em dikarin di nava aştî û biratiyê de bijîn."

Adiyaman bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê û got, "Di nava 3 salên pêvajoya aştiyê de mirovek bi tenê jiyana xwe ji dest neda. Pêwîste pêvajoya aştiyê ji nû ve were destpêkirin. Em her tim amade ne ji bo pêkhatina aştiyê çi ji dest bê bikin."

Piştî axaftinan, girseya gel çû serdana konê sersaxiyê û sersaxî ji malbatê re xwest.