YPS: 17 çeteyên Qesrê hatin kuştin
YPS’ê da xuyakirin ku di encama şer û çalakiyan de serdarek, 2 amirên emniyetê jî di nav de, bi giştî 17 çeteyên Qesrê hatine kuştin. YPS’ê diyar kir ku gelek wesayîtên zirxî an hatine îmhakirin an jî derbkirin.
YPS’ê da xuyakirin ku di encama şer û çalakiyan de serdarek, 2 amirên emniyetê jî di nav de, bi giştî 17 çeteyên Qesrê hatine kuştin. YPS’ê diyar kir ku gelek wesayîtên zirxî an hatine îmhakirin an jî derbkirin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku li hember êrîşên li dijî taxên wan ên hêzên berxwedanê, çalakî didomin.
Koordînasyona Giştî têkîldarî encamên çalakî û şerên 3-7’ê Nîsanê de ev agahî parve kirin:
LI NISÊBÎNÊ 3 WESAYÎTÊN ZIRXÎ HATIN ÎMHAKIRIN
3’ê Nîsanê saet 14.00’an yekîneyên me yên YPS’ê li hember wesayîta zirxî ya Ejder a ku hewl da bikeve taxê bi roketan çalakî li dar xistine û di encam de wesayît îmha bûye. Hejmara çeteyên Qesrê yên di vê wesayîtê de nehatine zelalkirin. Di heman rojê saet 15.00’an de dîsa li ser rêya Çaxçaxê bi çekên giran li hember wesayîtek zirxî ya Ejder çalakî hate lidarxistin û hate îmhakirin. Hejmara dijminên mirî û birîndar nayên zanîn.
4’ê Nîsanê saet 15.00’an di encama çalakiya bi roket a li hember wesayîta zirxî ya Kobra ku hewl da bikeve taxa Alîka de wesayît îmha bûye. Hejmera çeteyên mirî û birîndar ên di vê wesayîtê de nehatin zenîn. Saet 15.30’an pêgerek keşfê ya Drone hate xistin. Piştre li hember hêzên dewletê yên ji 4 milan êrîşî taxê kirin jî parastina aktîf a yekîneyên me YPS’ê pêş ketiye, di baskê yekem 5, di baskê duyem de jî 2 tîmên taybet hatine kuştin.
5’ê Nîsanê saet 12.00’an dema komek çeteyên Qesrê li malekê bi cih dibûn bi bombeyên dest çalakî hate lidarxistin. Hejmara mirî û birîndarên dijminê ku vekişiya nayê zanîn.
6’ê Nîsaê saet 16.30’an li hember çeteyên Qesrê yên li malekê bi cih bûne yekîneyek me çalakiya sabotajê li dar xist. Hejmara mirî û birîndarên dijmin ên di encama çalakiyê de nehatine zelalkirin.
VÎDEO HATE KIŞANDIN
7’ê Nîsanê saet 12.30’an tankeke ku hewl da ji ser rêya Çaxçaxê bikeve Taxa Alîka bû hedefa roketên me, piştre jî bi çalakiya sabotajê hatiye sekinandin. Piştî teqînê tank hate îmhakirin, her wiha vîdeo jî hate kişandin. Tanka îmhabûyî hê di bin kontrola hêzên me de ne.
6’ê Nîsanê yekîneyên me yên YPS’ê kepçeyek zirxî hedef girt û îmha kir. Di heman rojê piştî nîvro, wesayîtek zirxî ya Ejder jî hate derbkirin. Dîsa di van saetan de kepçeyek hewl da bikeve taxê jî hate hedefgirtin û bi derbxwarinê vekişiya. Di heman rojê de di encama gulebaranên li Taxa Koçerê de çeteyekî Qesrê hatiye kuştin.
7’ê Nîsanê saet 09.30’an kepçeyek hewl da bikeve taxê bû hedefa roketan, hate derbkirin û vekişiya. Her wiha tankek jî bi derbxwarinê vekişiyaye.
7’ê Nîsanê piştî nîvro di encama gulebaranê de endamekî POH’ê hate kuştin. Çepera ku dijmin jê bi çeka SPG’ê êrîş dikir jî hate derbkirin. Di şer de serdarek û 2 amirên emniyetê hatin kuştin. Dijmin ji bo mirî û birîndarên xwe bigirin bombeyên mijê bi kar anîne.
LI ŞIRNEXÊ 3 ÇETE HATIN KUŞTIN
6’ê Nîsanê li Taxa Cûmhûriyetê di encama lêdanên bi bandor ên yekîneyên me yên YPS’ê 3 endamên POH’ê hatin kuştin.
6’ê Nîsanê li Taxa Cûmhûriyetê yekîneyên me yên YPS’ê li çalakiya sabotajê li hember maleke ku çeteyên Qesrê xwe tê de bi cih kiribûn li dar xistin. Tevî mirî û birîndar hene jî encam nehatine zelalkirin. 2 ambûlansên ku hatine cihê bûyerê jî mirî û birîndar rakirine.
Dema tanka ku li girê ziyaret a Taxa Cûmhûriyetê tax bombe dikir bû hedefa çekên me yên giran. Di encama lêdanan de , di tankê de teqîn pêk hatine, personelê di tankê de mirine.
LI GEVERÊ 2 POH HATE KUŞTIN
7’ê Nîsanê li Taxa Cûmhûriyetê dema bi armanca qetlîmê kepçeyek, tankek û bi van wesayîtan re 3 endamên POH’ê bi meşê dihatin taxê hatin hedefgirtin, 2 endamên POH’ê hatin kuştin.
AGAHIYÊN NASNAMEYÊN 3 ŞERVANAN
Nasnameyên 3 şervanên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Zinar Serhat
Nav: Cûmalî Bîrcan
Dayik: Şengul
Bav: Mehmet
Jidayikbûn: Kop/Mûş Bulanık
***
Nasnav: Rizgar Garzan
Nav: Yûnûs Erdem
Dayik: Şukran
Bav: Mehmet Şah
Jidayikbûn: 1993 Êlih
***
Nasnav Nav: Andok Zana
Nav: Sekvan Îlhan
Dayik-Bav Nav: Taybet – Etar
Dîroka Şadetê: 3’yê Nîsanê/ Şirnex