Çeteyên Qesrê malan bi tankan hildiweşînin

Çeteyên Qesrê yên nikarin li Nisêbînê berxwedanê bişkînin, li taxên ku nikarin bikevinê malan bi tankên bi palet hildiweşînin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku li hember berxwedana hêzên YPS û YPS-JIN’ê çeteyên Qesrê bi rojan e nikare bi pêş ve biçin, tîmên taybet bi tankan ve malên welatiyan hildiweşînin.

Rojnamevanên bi armanca ragihandina berxwedana Nisêbînê ji bajarê Qamişlo yê Rojava dest bi çalakiyê kirin, ji demên êrîşên dewletê yên li ser malên sivîlan şahidî kirin.

Dema çeteyên Qesrê hewl dan bikevin taxên Kişla û Zeynelabîdîn ê nêzî sînorê Qamişlo, rojnamevanan demên ku mal tên xirakirin qeyd kirin, bi raya giştî re bûyer parve kirin.

Di dîmenan de bi tankek bi palet ve mal tên xirakirin.

Dîsa di dîmenan de tê dîtin ku bi tank û çekên giran ve malên gel têne hedefgirtin.