Elewiyên li Gurgumê ber bi qada kampê meşiyan

Berxwedana Elewiyan a li dijî kampa ku hewl didin li qada Terolar a Gurgumê ava bikin didome.

Berxwedana li dijî kampa di bin navê “kampa penaberan” a ji bo rêxistinkirina çeteyan hewl didin li herêma Terolara Jêrîn a Gurgumê ava bikin, 16 roj in didome.
Elewî di pêşengiya Platforma Jiyana Gurgumê de bi dirûşmeya “Dest Nede Jiyangeha Min” ve ber bi qada kampê meşiyan. Siyasetmedarên HDP, DBP, parlamenterên CHP’ê, sazî û nûnerên Elewî, bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Di meşa ku dirûşme hatin berzkirin ji ber Mala Cem a Terolar destpê kir. Girseya hat têketina qada kampê ji aliyê wesayîtên zirxî, TOMA û bi sedan leşkeran hate astengkirin. 

‘HETA KAMP BETAL NEBE WÊ BERXWEDANA ME BIDOME’

 Girseya di têketina kampa ku dixwazin ava bikin de kom bû, li ser astengiyên hêzên AKP’ê li vir daxuyaniya çapemeniyê dan. Berdevkê Platforma Jiyana Gurgumê Salman Akdenîz wiha axivî: “Nêzî 4 meh in li dijî bê hiqûqtiyê têkoşîna me bi rêyên fermî didome. Lê li hember vê jî ti agahî nedane me û pêvajo dirêjtir kirine.

Gundên li vê herêmê vê kampê naxwazin. Baweriya gelê li gundên qadê, heta ku ev kampa li vê herêmê betal nebe, wê berxwedan bidome.”

 ‘EM DEST BIDIN DESTÊ GELÊN SUNÎ’

Serokê Federasyona Elewiyên Brîtanya Îsrafîl Erbîl jî wiha got: “Ez dixwazin bang li gelê sunî yê li derdor bikin, werin em mil bi mil dest bidin destên hev û li dijî vê bisekinin. Bila qadek din bide van mirovana. Bila li vir vê civakê nexe rewşek hê zehmettir.”

Di çalakiyê de Wezîrê berê yê Çandê, Parlamenterê CHP’ê Fîkrî Saglar jî axivî.

Piştî axaftinan, girseyê hewl da di têketina qada kampê de kon deynin, lê careke din ji aliyê leşkeran hatin astengkirin. Li ser vê jî girseyê li hewşa Mala Cem a Terolar konê xwe danî.