'AKP dixwaze Kurdan derxîne, mirovên ji derve aniye li cihê Kurdan bi cih bike'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Yîgîtalp diyar kir, AKP di bin navê 'cemawerîkirinê' de dixwaze herêmên Kurdan vala bike û li şûna wan Erebên ji derve aniye, bi cih bike.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Yîgîtalp diyar kir, AKP di bin navê 'cemawerîkirinê' de dixwaze herêmên Kurdan vala bike û li şûna wan Erebên ji derve aniye, bi cih bike.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Yîgîtalp diyar kir, AKP di bin navê 'cemawerîkirinê' de dixwaze herêmên Kurdan vala bike û li şûna wan Erebên ji derve aniye, bi cih bike.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, hewldanên hikûmeta AKP'ê yên ji bo guhertina demografiya bajarên Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.
Yîgîtalp diyar kir, AKP di ser krîza penaberan re şantajê li Yekîtiya Ewropayê dike û got, "Hikûmeta AKP'ê di heman demê de dixwaze gelê li Kurdistanê dijî ji cih û warên wan derxîne û herêmê ji mirovan xalî bike. Di bin navê 'tekoşîna li dijî terorê' de şer li hemberî gel îlan kiriye. Li Sûrê zêdeyî 4 mehan derketina derve hatibû 'qedexe'kirin. Ev 25 roj in gotine şer qediya ye. Lê belê ev 25 roj in destûrê nadin mirovên wê derê bikevin nava Sûrê. Malên ku xisar li wan nebûne jî di bin navê 'cemawerîkirinê' de bi lez û bez xerakirin û dest danîn ser herêmê. Li Kurdistanê polîtîkayeke dijwar a xalîkirina ji mirovan tê meşandin. Bêyî ku pirsgirêkek hebe, bi zexta dewletê mirov ji cih û warên xwe tên derxistin, koçî herêmên din tên kirin. Îro di nava xirbeyê xaniyên hatin hilweşandin de bedena jinekê hat dîtin. Ev bi tena serê xwe nîşan dide ku polîtîkayên AKP'ê ne tenê li ser penaberan e, di heman demê de îşkenceya li Kurdan e. Ji ber ku mirov nikarin biçin malên xwe, nikarin cenazeyên li wir rakin. Bi vî rengî li nava avahiyên li cihê 'cemawerî kirine' ava bikin, wê Ereban bi cih bikin."
'HIKÛMETA AKP'Ê POLÎTÎKAYA DAIŞ'Ê DIMEŞÎNE'
Yîgîtalp da xuyakirin, ku AKP ji bo komên cîhadperest li herêma navbera gundên Elewiyan ên li Pazarcixê bi cih bike, kampeke ava dike û got, "Li aliyê din, li bajarên weke Amed, Şirnex, Silopiyayê polîtîkaya bêmirov kirinê dimeşîne. Şantajê dikin, dixwazin rewşa demografîk li gorî xwe biguherînin û li ser vê demografiyê polîtîkayên xwe xurt bikin. Ev ne rewşeke nû ye; Li gimgimê li ser cenazeyê Ekîn Wan polîtîkaya DAIŞ'ê meşandin. Dûre astengiya li pêşiya rakirina cenazeyan, êrîşa bi tank û topan, şewitandina mirovan bi awayekî zindî li Cizîrê... Ev rewş li Nisêbîn, Silopiya û Geverê hînê dewam dike."
'HÊRSEK MEZIN LI HEMBERÎ AKP'Ê HEYE'
Yîgîtalp got, "Li hemberî dewleta AKP'ê hêrseke gelekî mezin heye" û ev xal destnîşan kir: "Hûnê rabin, bêyî guh bidin vîna gel, ji yek navendê bi biryara hikûmetê re her derê xera bikin û pêşkêşî alîgirên xwe bikin. Û ji gel jî bêjin 'Em ê ji we re jiyaneke baştir ava bikin'. Gelo ev gel nizane ku çawa dixwaze bijî? Vî gelî mirin da ber çavên xwe û ji wir derneket."