BI DÎMEN

Gundiyên Qendilê: Em rûyê rast yê Tirkiyê dibînin

Balafirên şer ên Tirk careke din gundên girêdayî Qendîlê bombebaran kir. Gundiyên van herêman ragihandin ku li cihên hatine bombe kirin gerilla nîne û gotin: “ Pêwîst e êdî Hikûmeta Başûr ji bo vê çareseriyekê bibîne.”

Balafirên şer ên Tirk seat 02.00’an gundên derdora Qendîl ên ku sivîl lê dijîn bombebaran dike. Di nava hefteyekê de du caran balafirên şer ên Tirk gundên derdora Qendil, baxçeyên gundiyan, zozanên ku gelê sivîl yên Başûrê Kurdistanê lê dijîn, xetên enerjiyê bi seatan bombe kirin. 

Gundê Zergelê yê girêdayî Qendilê, govên gundê Lewca, rêya Kortek a ku gundi bi kar tînin, rêya qîrkirî ya navbera bajarokê Ranya û Çoman, beşekê wan ê mezin hatine xirabkirin.

GUNDÎ: Lİ  BAXÇE Û SEWALÊN ME XİSTİN

Gundiyên ku ji ber bombebarana balafirên şer bi me re axivîn wiha gotin: “Li vê derê gerîla nîne, gundî dijîn, em dijîn. Balafirên şer ên Tirkiyê tên li herêmên gundiyan dixe, gundên me, baxçeyên me, sewalên me, rêyên me dixin. Elektrîka me qut dikin. Pêwîst e êdî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo vê rewşê çareyekê bibîne û bide sekinandin.”

Her wiha gundiyan wiha gotin: “ Niha li vê herêmê gelek gundî hene. Zêdetirî van sivîlan jî jin û zarok in. Em rûyê rast ê Tirkiyê dibînin. Dema tu Kurd bî, ji bo wan ferqa sivîl û leşkeran nîne, bombebaran dikin. Mafê wan tine ye ku rêyên sivîl bi kar tînin xira bikin.”

 

...