Li Kolnê polîsan bi ser avahiya NCKD de girtin
Li Bajarê Koln ê Elmanyayê polîsan bi ser avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de girtin. Polîsan ketin û derketina komaleyê girtin, lêgerîn didin destpêkirin.

Ji ber Kurdan nehiştin çeteyên Qesrê li Ewropayê meşê li dar bixin û her wiha Kurdên li Ewropa dijîn rê nadin van hewldanan, ev têkoşîna li dijî faşîzmê li Kolnê mezin dibe. Kurdên ku meşa faşîstên Tirk asteng kirin rastî êrîşa polîsên Elman hatin û bi dehan kes hatin biçavkirin.
Piştî agahiya ku polîsan bi ser avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de girtine belav bû, gel li pêşiya avahiya NCKD kom bû. Polîsan kolana ku diçe komaleyê dorpêç kirine, ji vê saetê û şûn de ketin û derketin hatiye qedexekirin. Di nava agahiyan de tê diyarkirin ku polîs wê lêgerînê di avahiyê de bidin destpêkirin.