Êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd dewam dikin

Komên çete yên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê, êrîşên xwe yên bi fuze û hawanan ên li hemberî taxa Şêxmeqsûd dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, êrîşên li dijî taxa Kurdan a Helebê Şêxmeqsûd, dewam dikin.

Çeteyan careke din ji aliyên Seken Şebabî, Rêya Kastêlo û Cendûl bi çekên giran ên weke topên hawan û  dojehê êrîşî taxê kirin. Di êrîşa ku hîn didome de, nehat zanîn ka çiqas ziyan çêbûye.

Çeteyan duh jî  tax topbaran kiribûn û di encamê de zarokeke 13 salî û kesê bi navê Xelîl Osman jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 10 kesên din jî birîndar bûn.

Komên çete ji 16’ê Sibatê ve bi rengekî hovane êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin. Di van êrîşan de bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn. Her bi sedan  malên welatiyan jî bi erdê re bûn yek.