Li Freîbûrgê AKP hate protestokirin
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê û li gelek bajarên Elmanya li dijî faşîzma AKP’ê çalakiyên protestoyî bi awayekî hemwext hatin lidarxistin.

Girseya ku saet 15:00’an li Karlplatz a navenda bajêr hatin cem hev, ber bi navenda bajar ve ketin meşê. Di çalakiya meşê ya ku nêzî 500 kes beşdar bûn de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Terorîst Erdogan, Hevkar Merkel” û “Dawî li qirkirinên li Kurdistanê bînin” hatin berzkirin. Li ser navên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Komîna Jinan a Nûda, Jinên Ciwanan ên Azad, rêxistin û saziyên mîna Antîfa, Dîe Lînke û MLDP’ê li navenda bajar daxuyaniyek hate xwendin.
Hate diyarkirin ku li Kurdistanê ji aliyê AKP’ê û dîktator Erdogan ve sûcê mirovahiyê tên kirin û wiha dewam kir: “ Li hember sûcê mirovahiyê yên ku hikûmeta AKP’ê û Erdogan pêk tînin, di serî de Elmanya û hemû Ewropa bêdeng in. Li ser koçberan bazarên qirêj dikin û çavê xwe li qetlîaman digirin. Lê, ev hemû hovîtî û qetlîam di pelên dîrokê de hatine nivîsîn. Ji bo hê zêdetir nebin hevkarê vî sûcî bang li hemû cîhan û raya giştî dikin ku bertekên xwe nîşan bidin.”
Piştî daxuyaniyê girseyê heta Kartoffelplatzê meşa xwe berdewam kirin û li vir piştî deqeyek rêzgirtinê sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin.