Ebû Mehmûd: Dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê wê bê şikandin, Minbic wê azad bibe
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Mehmûd da xuyakirin, ku piştî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatiye ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê ketine nava panîkê û bendên kontrolê yên li bajarê ev 2 sal in dagir kirine, bi du qatan zêde kirin.
MAHÎR YILMAZKAYA
TIŞRÎN / ANF
duşem, 11 avrêlê 2016, 07:00
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Mehmûd da xuyakirin, ku piştî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatiye ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê ketine nava panîkê û bendên kontrolê yên li bajarê ev 2 sal in dagir kirine, bi du qatan zêde kirin.
Berî çend rojan Şems El Şemal, Siwar El Minbic (Şoreşgerên Minbicê), Tifaqa Tûgayên Firatê, Tûgayên Cind El Heramên, Yekîtiya Tabûrên Şehîdên Firatê, Tabûra El Qewsî û Tirkmen El Minbic (Tabûra Tirkmenên Minbicê hêza xwe kirine yek û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ava kirin.
Meclîsa Leşkerî li ser Bendava Tişrînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin. Ji bo Serokatiya Meclîsê jî Ebû Emced hat hilbijartin û 13 endamên meclîsa leşkerî hatin diyarkirin. Weke ANF'ê em jî bi yek ji van 13 endaman bi fermandarê Siwar El Minbic Ebû Mehmûd re axivîn.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Mehmûd da xuyakirin, ku piştî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatiye ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê ketine nava panîkê û bendên kontrolê yên li bajarê ev 2 sal in dagir kirine, bi du qatan zêde kirin.
Ebû Mehmûd diyar kir, li ser rewşa dawî ya li Minbicê wan ji gelek çavkaniyan agahî wergirtine û li gorî agahiyên gihaştine ber destê wan, çeteyên DAIŞ'ê ketine nava panîkeke mezin.
Ebû Mehmûd da zanîn, ev panîk bi ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re zêdetir bûye û çeteyên DAIŞ'ê bendên kontrolê yên li bajêr kirine du qat. Ebû Mehmûd anî ziman, çeteyên DAIŞ'ê li van bendên kontrolê endamên xwe yên di êrîşên berê de birîndar bûn û seqet man e, bi cih kirine.
'ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HÊZÊN XWE JI MINBICÊ DERBASÎ CERABLÛS Û EL BAB DIKIN'
Ebû Mehmûd da xuyakirin, ku piştî ragihandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çeteyên DAIŞ'ê hêzên xwqe bi giranî derbasî Cerablûs û herêma El Babê kirine.
Navborî bal kişand ser zêdebûna tevgera DAIŞ'ê ya li herêmê, hem li gorî çavdêriyên wan, hem jî li gorî agahiyên ji gelek çavkaniyên li Minbicê wergirtine, gelek çeteyên tê gotin emîrên DAIŞ'ê ne bar kirine Cerablûsê.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, li navenda Minbicê ti tevger nîne û anî ziman, ku çeteyên DAIŞ'ê hêzên xwe bi giranî li gundên Allûş û Ebû Gal Gal ên li herêmê zêde kirine, bi tenê li van her du gundan tevgerek xuya dike.
Ebû Mehmûd destnîşan kir, ku ji Minbicê zêdetir çeteyên DAIŞ'ê bi giranî hêzên xwe derbasî El Bab û Cerablûsê kirine.
'ZAROKÊN MINBICÊ WÊ MINBICÊ AZAD BIKIN'
Ebû Mehmûd da xuyakirin, ku ew zarokên Minbicê ne, li Minbicê ji dayik bûne, li Minbicê mezin bûne û ji bo azadkirina Minbicê ya pêwîst çi be ew ê wê bikin. Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bal kişand ser girîngiya Minbicê ji bo çeteyên DAıŞ'ê û destnîşan kir, bi qasî Mûsil û Reqayê bajarê Minbicê ji bo çeteyan girîng e.
Ebû Mehmûd diyar kir, Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê deriyê xeta Reqa-Cerablûs-El Bab-Mare ye û da zanîn, ku azadkirina bajarekî ewçend stratejîk tê wateya tevizandina çeteyên DAIŞ'ê.
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, ku ew li gorî daxwazên gel ava bûne û got, "Ji bo guh bidin bangên gelê xwe û ji pêdiviyên gel re bibin bersiv me Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ava kirin." Ebû Mehmûd ragihand, avabûna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji aliyê tevahiya gelên Sûriyeyê, bi taybetî gelê Minbicê ve bi coşeke mezin hatiye pêşwazîkirin, gelek kesan peyama pîrozkirinê şandine û banga alîkariyê kirine.
DAGIRKERIYA ÇETEYAN WÊ BÊ ŞIKANDIN, MINBIC WÊ AZAD BIBE
Ebû Mehmûd diyar kir, koalîsyona navneteweyî bi erênî nêzî avabûna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûne û soz dane, ku ew ê desteka pêwîst bide wan.
Ebû Mehmûd bal kişand ser êşên gelên Sûriyeyê ev 6 sal in ji ber şer dikişînin û destnîşan kir, ji holê rakirina van êşan avakirina Sûriyeya demokratîk e, lewma ew di vê oxirê de têdikoşin.
Navborî careke din bibîr xist ku wan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi vê armancê ava kirine û da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê ev 2 sal in li Minbicê zextê, îşkenceyê li gel dikin, dest davêjin mirovan, serî jê dikin, recm dikin.
Ebû Mehmûd bang li gelê Minbicê kir, ji bo destekê nedin çeteyên DAIŞ'ê û got, "Em bang li malbatên ku zarokên wan di nava DAIŞ'ê de ne yan jî sempatiya zarokên wan ji DAIŞ'ê re hene dikin, ku xwedî li zarokên xwe derkevin. Dawiya çeteyên DAIŞ'ê tê.
Em soz didin ku tevî Ereb, Tirkmen, Çerkez, Kurd û gelên din re em ê bajarê xwe Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin. Bi avakirina Meclîsa Leşkerî ya Herêma Minbicê re em têkoşîna xwe derdixînin asteke nû. Û weke zarokên Minbicê dibêjin; 'Sebr bikin! Zarokên we wê dagirkeriya DAIŞ'ê bişikînin û Minbicê azad bikin."