Berxwedana li Şirnexê di roja 28. de ye

Li Şirnexê, bomberdûman û êrîşên duh tevahiya rojê dewam kirin, îro danê sibehê ji nû ve giran bûn.

Êrîşên qirkirinê yên hêzên dewleta Tirk di bin navê "qedexeya derketina derve" de li Şirnexê dikin, di roja 28. de dewam dikin. Duh tevahiya rojê ji 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor heta Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut, ji rojhilat heta rojavayê bajêr bi tank û maşînên zirxî bombe û gule li taxên berxwedanê hatin barandin. Bi taybetî taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Bahçelîevler, Cûmhûriyet û Dîcle hedef hatin girtin.

HÊZÊN DEWLETÊ NIKARIN BI PÊŞ DE BIÇIN

Hêzên dewleta Tirk bi bomberdûmanê re hewl dan bi pêş de biçin, lê rastî bersiva endamên YPS/YPS Jinê hatin. Piştî vî şerê giran ê li vê herêmê, gelek ambûlans çûn cihê şer û ji vê derê yekser berê xwe dan 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor ya ji bo polîs û leşkeran bûye nexweşxane û nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, di vî şerî de gelek kuştî û birîndarên dewleta Tirk çêbûne, lê agahiyeke zelal di vê der barê de bi dest neket.

BOMBERDÛMAN DEWAM DIKE, XANÎ TÊN ŞEWITANDIN

Bomberdûman ji danê sibehê ve dijwar bûye. Ji ber vê bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ket. Li taxên Yenî û Bahçelîevlerê, hêzên dewleta Tirk hewl dan bikevin nava taxên berxwedanê. Hêzên YPS/YPS Jinê bersiveke tund dan van hewldanan û şerekî dijwar derket. Şerê li vir dewam dike.

TEVGERA BALAFIRÊN KEŞFÊ

Li aliyê din, Balafirên Kefşê yên Bêmirov ên dewleta Tirk ji duh êvarê ve li ser bajêr digerin.