Li Qamişloyê teqîn
Li taxa Kornîş a Qamişloyê, ji ber teqîna bombeyekê sivîlek birîndar bû.
Li taxa Kornîş a Qamişloyê, ji ber teqîna bombeyekê sivîlek birîndar bû.
Îro saet di 08.30 de li ser rêya Kornîş – Hesekê li kêleka dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş bombeyeke ku li ber stûneke ceyranê hatibû bicihkirin teqiya. Di encama teqînê de sivîlek birîndar bû.
Şêniyên taxê birîndar rakirin nexweşxaneyê û li wir tê dermankirin. Hat zanîn rewşa tenduristiyê ya birîndar, ne giran e.