Gelê Hezexê: Em TOKÎ û hikûmeta AKP'ê naxwazin

Mehşe Îrfan a li Hezexê dijî diyar kir, yekane berpirsyarê şer hikûmeta AKP'ê ye û got, "Em ê dîsa jî li ser xaka xwe bijîn. Em TOKÎ û hikûmeta AKP'ê naxwazin."

Mehşe Îrfan a li Hezexê dijî diyar kir, yekane berpirsyarê şer hikûmeta AKP'ê ye û got, "Em ê dîsa jî li ser xaka xwe bijîn. Em TOKÎ û hikûmeta AKP'ê naxwazin."

Navçeya Şirnex Hezexê, piştî ragihandina xwerêveberiyê 44 rojan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat dorpêçkirin, şewitandin û xerakirin. Hezex a mîna bajarekî dagirkirî ye, niha hewl dide birînên xwe bipêçe. Bi desteka Komeleya Alîkariya bi Rojava re û Şaredariya Hezexê, li navçeyê karê çêkirina malan û peydakirina xwarinê tê meşandin. Endezyar û parêzerên li navçeyê hewl didin xisara li navçeyê hatine kirin tespît bikin û dest bi karên hiqûqî bikin.

Şêniyên navçeyê di wê baweriyê de ne, ku bi biryara "cemawerîkirinê" re piştî Sûr û Cizîrê wê Hezexê jî bi temamî ji aliyê TOKÎ ve bê xerakirin. Gelê Hezexê mijar ji ANF'ê re nirxand.

'BILA XWE NÊZî ME NEKIN'

Mehşe Îrfan da xuyakirin, ku ew koçer in, havînê diçin zozanan, zivistanê vegerin Hezexê û got, "Ez dayika 7 zarokan im, min zarokên xwe li vê xakê mezin kir. Bi biharê re tevî sewalên xwe em berê xwe didin zozanan. Di binê konan de dijîn û bi zivistanê re em vedigerin Hezexê. Beriya qedexeya derketina derve bê ragihandin, em çûbûn gund. Dema em vegeriyan, me dîtin ku hemû eşyayên me yên li malê şewitandine. Derî û paceyên xaniyên me şikandine. Ji ber ku em Kurd in ev hemû bi serê me de tên. Van bûyeran di salên 90'î de destpê kiribûn. Hingî Tansû Çîller hebû, niha Tayyîp Erdogan heye. Ji ber ku me deng nedane wî, vê yekê li me dike. Em neçar in xaniyên xwe ji nû ve çêbikin. Cihekî ku ji bilî vê derê em biçin, nîne. Bila ew xwe ji me vegirin, xwe nêzî me nekin, ev besî me ye. Em ne TOKÎ ne jî tiştekî din ji wan dixwazin."

'EM Ê LI ÇIYÊ BIJÎN, LÊ MINETÊ JI KESÎ NEKIN'

Ahmet Yildiz diyar kir, wan qatê jor ê xaniyê wan ê xerabûyî îsal çêkirine û destnîşan kir, ku berprisyarê van hemûyan AKP û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e. Yildiz got, "Ev hilweşîn û bûyer hemû ji ber AKP'ê rû dan. 3 salan çima kesek nemir. Em li vir dijîn. Bi salane bi zimanê xwe daxivin, deng didin heman partiyê. Niha xaniyê min şewitandin. Gelo ez ê dengê xwe bidim wan? Çil carî jî xaniyê min xera bikin em ê deng nedin AKP'ê. Hemû eşyayên li nava mala me dizîne. Bila polîs û leşkerên xwe bibin û biçin. Em ê nebin mirovên li gorî dilê wan. Eger pêwîstî pê hebe em ê li çiyê bijîn, lê minetê ji wan nekin."

'EM Ê LI ÇAREYA SERÊ XWE BINÊRIN'

Ayşe Sert a mala wê bi temamî hatiye şewitandin, da xuyakirin ku hemû eşyayên wan ên li malê hatine dizîn. Sert got, "Ewilî televîzyon û eşyayên din derxistine, dûre agir berdane malê. Min ev mal di nava bîst salan de çêkir. Tayyîp Erdoagn ev şand, ku Kurd deng bide AKP'ê. Lê xwe dixapînin, çil sal jî derbas bibe deng ne ji AKP'ê ne jî ji yên mîna wan re tê dayîn. Eger em van malan bi piştgiriya hev ava bikin, wê baş be. Ji ber ku hêza me têrê nake. Lê eger kesek destekê nede jî em ê her salê odeyekê çêbikin. Em ê niha niha kon vedin û li hewşê bijîn. Polîs tê dibêje 'dewlet wê van deran çêbike'. Bila ew xwe ji me vegirin, xwe nêzî me bikin besî me ye. Em ê li çareya serê xwe binêrin."

'JI BILÎ HEZEXÊ CIHEÎ EM LÊ BIJÎN NÎNE'

Sabiye Alp da xuyakirin ku ew gelekî ji taxa xwe û Hezexê hez dikin û destnîşan kir, ku ji bilî vê derê ew ê li ti cihê din nejî. Alp got, "Emrê min li vir derbas bû. Min zarokên xwe li vê malê mezin kir. Ez niha nikarim biçim cihekî din û li wir bijîm. Hemû alavên me şewitandine. Ez roja xwe li hewşê derbas dikim. Hatibe şewitandin jî ev der mala me ye, xaka me ye. Bila AKP vê ti carî ji bîr neke: Em ê Kurdistanê neterikînin. Em ê xaniyên xwe ji nû ve çêbikin."

...