Li Nisêbînê li dijî wesayîta zirxî çalakî
Li hember taxên berxwedanê yên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê êrîşên çeteyan didomin. Wesayîta zirxî ya Ejder dema dixwest bikeve taxên berxwedanê rastî çalakiya YPS’ê hat. Piştî çalakiyê li taxê şer destpê kir.

Tevahiya rojê êrîşên çeteyên Qesrê li dijî taxên berxwedanê yên navçeya Nisêbînê didome. Çeteyên ku xwestin bikevin taxên berxwedanê rastî bersiva tund a şervanên YPS/YPS-JIN’ê hatin, wesayita zirxî ya Ejder dema dixwest bikeve taxê rastî çalakiya bombeyî hat. Di encamê de wesayît bêkêr bû, der barê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Piştî çalakiya YPS’ê ya li dijî wesayîtê, çeteyên Qesrê dest bi êrîşan kirin. Bi seatan çeteyên Qesrê taxên berxwedanê bi çekên giran didin ber guleyan, kêliyên dijwar tên jiyîn. Di heman demê de taxên navçeyê bi topên obus û hawanan tên bombebarankirin. Ji ber êrîşên obus û hewanan, avahiyên 2 kîlometre ji cihê şer dûr in jî hejiyan.